Hevserokatiya KNK’ê di daxuyaniya xwe de balê dikşîne ser girîngiya lihevkirina YNK’ê bi Gorranê re û dibêje: “Di vî warî de nêzîkbûna we û tevgera Gorran ne tenê pêngaveke dilxweşiyê ye, nexasim bendewariyên me yên bersivdana we ji qeyranên metirsîdar hene ku tevahiya Kurdistanê girtiye nava xwe.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Başûrê Kurdistanê pêwistiya xwe bi çareseriyeke siyasî, aştîxwazî û demokratîk heye û weha dewam kir: “Pêdiviya Başûrê Kurdistanê heye bi çareseriyeke welatparêzî û wefadarî ji mafê mirovan re û rêz ji destketiyên azadîxwaziyê re girtin ku ji xwe re bike bingeh.

Mil bi mil têkoşîna tevgera Gorran û YNK’ê li gel têkoşerên Bakûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê mijara spasiya hevrêtiyê nîne, serfirazî ye.”

KNK’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Em silavên germ dişînin ji hemû pêşmergeyên ku di nava çeperên têkoşîna Kurdistanê de, her wiha ji alîgir û dostan re jî. Em hêvîdar in ku hûn bikarin bi awayekî tendirust û bihêztir têkoşîna xwe ya azadîxwaziyê bidomînin.”    


NAVENDA NÛÇEYAN