KNK´ê li ser êrîşên bombeyî yên di rojên dawî de li Kerkûkê rû didin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de tê gotin ku piştî hilweşîna rejîma Saddam jî heman bûyer li Kerkûkê berdewam in û di wan bûyeran de herî zêde gelê Kurd dibe hedef. Di daxuyaniyê de weha hat ziman: “Em wek KNK’ê bi giranî vê tawana teroristî ya li hember xelkê Kerkûkê şermezar dikin. Û em sersaxiyê ji malbat û xizmên kesên jiyana xwe dest dane re dixwazin.”
KNK diyarkir ku hukûmeta Navendî ya Iraqê der barê ewlehiya Kerkûkê de xemsar nêz dibe û di daxuyaniyê de ev destnîşan kir: “Di heman demê de em Hukûmeta Navendî ya Federal a Iraqê berpirsiyarê sereke ji vê bûyerê û her bûyera din a Kerkûkê dizanin. Ji ber ku nikare sînorekî li ber van karên terorîstî li Kerkûkê deynin û der barê ewlehiyê de bêxem in.”
BRUKSEL