KNK’ê revandin û qetilkirina Şîmon Dîrîl şermezar kir û û sersaxî ji malbata Dîrîl, gelên Keldanî, Suryanî, Asûrî re xwest.

Hurmuz Dîrîl yê 71 salî û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl ya 65 salî yên Keldan ên ji gundê Mêhrê yê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê 11’ê Çileyê hatibûn revandin. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl di 20’ê Adarê de li nêzikî gund hate dîtin. Ji Hurmuz Dîrîl jî heta niha agahî nehatiye girtin. KNK’ê bûyer şermezar kir û sersaxî ji malbata Dîrîl, gelên Keldanî, Suryanî, Asûrî re xwest.

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye;

“Ji bo ev mirov bêne dîtin, ji bo rastî derkevi holê, heq û edalet cihê xwe bibînî, em di nava lêkolîn û lêpirsînek berfireh de ne. Di van xebatên xwe de, em bi navenda HPGê jî re ketin diyalogê û me ji wan xwest ku lêpirsînê bikin û encamekê bigihînin me û malbatê. Herî dawî peyama ji navenda HPGê hatî ku têde tê gotin; “Eve 37 sale em Hurmuz nasdikin, ew dostekî me ye, ew kesekî welatparêze li gel hemî zext û zehmetîyan li gundê xwe maye, em çawa gelê Kurd diparêzin heman rengî em gelê Kildanî-Asûrî-Suryanî jî diparêzin, dewleta Tirk dixwaze me û gelê Kildanî-Asûrî-Suryanî bîne hember hev, dewleta Tirk naxwaze ev gund ava bibin, ev gel bizivirin ser axa xwe. Li herêma Mêrdînê jî keşeyek û hinek kesên din yên Mesîhî girtin, me lêpirsîn daye destpêkirin, lê ji ber rewşa zivistanê em heta nîvê meha gulanê nikarin xwe bigihînin wê herêmê, em ê lêpirsînê kûr bikin, rastîyê derxin holê, ji bo heq û edalet were cih her çi pêwîst be em ê bikin”. Ev peyam, pêşîya ku cenazeyê Şmuni bê dîtin, bi malbatê re hatîye parvekirin.

Em weke KNK, ji vê bûyerê gelek xemgînin. Ji bo rastî derkevi holê, heq û edalet cihê xwe bibîne, em ê lêkolîn û lêpirsînên xwe dewam bikin û encamên wê ji malbatê û ji raya giştî re ragihînin. Bi vê munasebetê em ji malabata Diril re, ji gelê Kildanî-Asûrî-Suryanî re û ji hemî gelên Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin û failan bi tundî şermezar dikin.”

 

BRUKSEL