Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber wefata Kemalîzadeh peyameke sersaxiyê xweşand û got, “Xebatên neteweyî û niştimanî yên malbata Kemalîzadeh li ber çavan e. Her tim di nava şoreşgeriya Kurdistanê de cih girt û bû piştevanê hêzên Kurdistanî.
Em sersaxî û serxweşiyê ji malbata Kemalîzadeh, hemû dost û endamên terîqeta Neqişbendiyan radigihînin. Ruhê wî şad be û xwedê cihê wî li bihuştê bike.”
ANF/BRUKSEL