Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo nîqaşên li ser kongreya netewî û rewşa Kurdistanê,  li bajarê Hewlêr panêlek li dar xist. Beşdaran ragihandin ku ew li ser kongreya netewî bi israrin. 

Di panelê de  Serokê Eniya Demokrasiya Gel Dr. Mihemed Kiyanî peyamek pêşkêş kir û got ku pêwîste êdî tifaqa dinava Kurdan de pêk were û got; “Gelê Başûrê Kurdistanê niha di nav hinek krîzan dene, ya ku niha girîng nane, ne dewlet.”

Mihemed Kiyanî diyar kir ku heta biryara rêveberiya Herêma Kurdistanê di destê partiyan debe, wê ev rewş bi vî awayî berdewam bike.

Li ser guftûgokirina rewşa Herêma Kurdistanê,  siyasetmedar  Elî Mehmûd ji ragihand ku pêwîste hewldanên kongreya netewî  bi leztir bibe, da ku despêkê  nav mala partiyan bê rêxistinkirin, piştre pêngavên din bê avêtin.

Elî Mehmûd da zanîn ku êdî rewş hatiye wê astê, ji ber têkçûna têkiliyên  partiyan, herêmek têkçûye û pêwîste  ew were rêxistinkirin.

Rojnameger Hêmin Mamend  ji da diyar kirin ku ev 25 sale ew civînan li dardixin û niha dema wêye ku gavên pratîkî ji bo kongreya netewî bên avêtin.

Hêmin Mamend wiha domand: “Pêwîste kongreya netewî  lijneyek ava bikin. Ew lijne serdana Bakûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bikin. Di heman demê de serdana  Şengalê bike, da ku aloziyan bê deng bikin.”

Di çavçoveya guftûgoyan de Serokê Yekêtiya Parlamenterên Kurdistanê Nîmet Ebdûllah  pêşniyarek kir û wiha got: “Destpêkê serdanek berfireh ji bo partiyan  were kirin, piştre ji pêngavên ji bo kongreya netewî  bên avêtin.” 


 HEWLÊR