Elmanya û partiyên wê yên siyasî xwe ji hilbijartinên giştî yên 24´ê Îlonê re amade dikin. Ber bi hilbijartinê ve, wiha diyar e ku Serokwezîra Heyî Angela Merkel wê bi CDU/CSU (herdu partiyên Mihafezekar ên Xiristiyan Demokrat) dîsa bi ser keve û bi serokwezîr. Heta li gorî anketên dawî partiya lîberal FDP´ê jî wê bi gelekî xurtî li meclîsê vegere û îhtîmala koalîsyoneke Xiristiyan Demokratan bi Lîberalan re jî muhtemel dibe.  Li gorî anketeên dawî CDU/CSU digihîjin ji sedî 38´an ango tevî ku li gorî hilbijartinên beriya bi 4 salan bêhtir ji sedî 3 ji xwe kêm kiribe jî, vê partiyê dikarî tesîra xirab zêdebûna penaberên ji Sûriyêye, dîsa telafî bike. Piştî CDU/CSU´yê diyarv e wê Partiya Sosyal Demokrat SPD wê li gorî encamên anketên îro ji sedî 25´ê dengan wergire. Tevî ku ev rêje kêm e jî, divê mirov ji bîr neke ku beriya serok berê yê Parlemana Ewrûpayê Martin Schulz bibe serokê SPD, dengên wê daketibûn bin ji sedî 20´an. Ango weha diyar e, Schulz dengê partiyê hinekî zêde dkirine, lê şensê Schulz ê serokwezîriyê jî pirr kêm xuya dike. Nexasim jî ji ber ku xwedî li siyasetên dij-civakî yên serokwezîrê SPD´yî Schroder salên 2003-2005´an pêk anî, ên bi navê Agenda 2010, derdikeve, desteka ji bo SPD´ê kêm dimîne.

Lîberal li meclîsê vedigerin

Herçî partiya lîberal FDP´ye, di hilbijartinên bihurî de ji ber kêmmana dengan neketibû meclîsa federal. Li gorî anketên dawî ew ê karibe vê carê ji sedî 8,5´ê dengan wergire û bikeve meclîsa federal, pê re jî muhtemelen bibe şirîkê koalîsyonê.

Partiya din a ku wê bikeve meclîsê, wiha diyar e ku wê bibe Partiya Çep (Die Linke). Li gorî anketan, wer xuyaye ku Die Linke wê rêjeya xwe ya dengan a beriya bi çarsalan mihafeze bike û hesabê ji sedî 8,6´ê dengan dîsa wergire.

Herçî Partiya Kesk e, ne dengê xwe yê berê ku ji sedî 12 bû û ne jî potansiyela xwe ya ji 14 ku di anketên par de xwe dida der wê karibe bi dest bîne; niha bêhtir wiha diyar e ku wê qederê ji sedî 8´ê dengan bistîne. Weke sedem jî nebûna konsepteke siyasî ya Partiya Keskan tê nîşandan. Lewma armanca wan a siyasî ya sereke rawestandina reaktorên atomê bû ku koalîsyona heyî sala 2011´an qebûl kir û niha pêk tîne.

Rasîstan li xwe kêm kir

Partiya rasîst-populer AfD bi xwe, diyar e ji encamên hilbijartinên parlemanên eyaletan dûr ketiye; hingê ji ber krîza penaberan jî, dengê xwe ji 14´an bihurandibû. Niha anket dengê AfD wekî ji sedî 7,5 nîşan didin. Weke sedem çavdêr îşaret bi li Ewrûpayê şikestina populîstên rastgir û li Franseyê serketina Macron dikin.Li gorî encamên anketên herî dawî ji 598 kursiyên li meclîsa federal CDU/CSU 239´an, SPD 158´an, FDP 54´an, Partiya Çep 50´yî, Partiya Keskan 50´yî û AfD 47´an bi dest bîne. Hingê jî heger FDP´ê dengên xwe nêzîkî ji sedî 10´an neke, du îhtîmalên koalîsyonê dimînin: Koalîsyona Mezin a CDU/CSU bi SPD´ê re wê dewam bike yan jî Koalîsyona 3 partiyan CDU/CSU, FDP û Partiya Keskan jî muhtemel e.  

* Ji ber şîroveya Aysel Ozturk hatiye girtin.