CAFER CAFO / ANHA/ŞEHBA

Beriya bi heftiyekê artêşa Tirk bi balafiran êrişî gundê Dugirê yê Şengalê kir û di encamê de 4 şervanên Yekîneyên Parastina Berxwedana Şengalê şehîd bûn.

Têkildarî van êrişên misêwa li ser Şengalê hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî.

Xerîb Hiso bêdengiya hikumeta Iraqê li hemberî êrişên artêşa Tirk rexne kir û got: “Gelên Iraqê bi welat, hikumet, wezaret û artêşa xwe serbilind in. Wê demê çawa dewleta Tirk serweriya vî welatî derbas dike? Ev tê wateya siyaseteke plankirî heye. Artêşa Tirk îşaret ji hikumeta Iraqê dîtiye ku êriş dike û careke din li dijî Şengalê komkujiyan pêk tîne.”

Xerîb Hiso Koalîsyona Navdewletî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê berpirsa êrişên li dijî Şengalê dibîne û dibêje: “Qaşo Koalîsyona Navdewletî parastina asmanê herêmê ji balafirên keşfê dike.”

Hêjayî bi bîr xistinê ye; DAIŞ`ê Tebaxa 2014`an êrişî bajarê Şengalê kir, bi hezaran sivîl kuştin, bi hezaran jinên êzidî revandin û perestgehên êzidiyan hilweşandin. Dewleta tirk jî piştevanî van çeteyan e. Tevî ku Koalîsyona Navdewletî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê parastina asmanê Iraqê dike, dewleta Tirk misêwa êrişî Şengalê dike.