Li seranserê Ewrûpayê li dehan bajaran Kurdistaniyan û dostên wan dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê rûreş kir û wan peyema, “têkoşîn wê dewam bike û koalîsyona şer wê bê şikandin” da.
Li gelek bajarên Elmanya, Fransayê, li bajarê Awusturyayê Grazê, li bajarê Holandayê Amsterdamê, û li paytexta Yewnanistanê Atînayê bi çalakiyên girseyî dagirkeriya bi qeyûman a şaredariyên Bakurê Kurdistanê hat rûreşkirin.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi meşekê berxwedana Amed, Mêrdîn û Wanê hate silavkirin û dagirkeriya dewleta Tirk li şaredariyan hat şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan bi çalakiya protestoyî de hazir bûn. Meş ji Hermanplatzê heta bi meydana Kootbusserê ya navçeya Kreuzbergê çû. Di axaftinan de hate xwestin ku rêveberiya Berlînê hevkariya xwe ya bi rejîma Enqerê re biqedîne.
Li bajarê Elmanyayê Munchenê, bi pêşengiya NCDK û Komuna Jinan a Sara, Kurdistaniyan dagirkeriya li ser sê şaredariyên Kurdistnaê şermezar kir.
Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê jî dagirkirina şaredariyên Kurdistanê bi pêşengiya Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê ve, bi tevlêbûna qederê hezar kesî hate şermezarkirin. Çalakiyê saet 17.00’an li ber Haupbannhof (Stasyona Navendî) dest pê kir û girse bi dirûşmeyên ‘’terorîst Erdogan’’, ‘’Bijî berxwedana Amedê’’ heta bi Meydana Romerê meşiya.
Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizraklik û yê Mêrdînê Ahmet Turk bi telefonê di mîtîngê de axivîn. Her wiha wekîla Partiya Çep, Saadet Sonmez û Hevseroka Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan Songul Çelîk jî axivîn.
Li bajarê Elmanyayê Kielê jî di navbera saet 10:00 û û 20:00an de Kurdistaniyan û dostên wan kob veda, û darbeya bi qeyûman a ji bo dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir.
Wekî din li bajarên Elmanyayê Freiburg, Bielefeld, Stuttgart, Aachen, Bremen, Dusseldorf, Hamburg û Ulmê jî çalakiyên bi heman armancê hebûn.
Rêzê nîşanî îradeya gel bidin
Li Fransayê jî li gelek deveran çalakî hebûn, li paytext Parîsê, li bajarên Marsîlya, Bordeaux û Lorientê, Kurdistanî tevî dostên xwe daketin meydanan û desteserkirina şaredariyên HDP’î yn li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Li Parîsê nêzî hezar Kurdistaniyî û dostên wan li meydana Republiqueê civiyan û heta meydana Bastilleê bi gotina dirûşma “Em ê koalîsyona şer a AKP-MHP’ê têk bibin” meşiyan. Çalakgeran li vir bi daxuyaniyekê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir.
Kurdistaniyan li Marsîlyayê jî desteserkirina şaredariyan şermezar kir. Qederê hezar kesî tevlî çalakiyê bûn û wan terora dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd şermezar kir.
Di çalakiyê de bi navê Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re, Annick Samouelian diyar kir, ku dewleta Tirk bi rêzdarî nêzî îradeya Kurdan nabe. Samouelian bang li dewleta Fransayê jî kir ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û helwestê nîşan bide.
Kurdistaniyên li bajarên Lorient û Vannesê jî tevî dostên xwe li Place Paul-Bert a Lorientê li hev kom bûn. Çalakgeran pankarta li ser nivîsa “Doh Hîtler, îro Erdogan” nivîsandî hilgirt û meşiyan.
Desteserkirina şaredariyên HDP’î li Bordeauxê jî hate şermezarkirin. Bi sedan kes li Place de la Bourse kom bûn û heta meydana Victoire meşiyan. Siyasetvanê Kurd Xeyrî Karakoçan li qada çalakiyê axivî û anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze tola xwe ya têkçûna li Rojava bi vî rengî hilîne.
Em ê li ber xwe bidin
Li bajarê Holandayê Amsterdamê, desteserkirina şaredariyên HDP’î hate şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Platforma Demokrasiyê pêk hat û gelek rêxistin, her wiha Tirkiyeyî û Holandayî beşdarî bûn. Parlamentera Partiya Sosyalîst Sadet Karabûlût û Parlamentera Partiya Karker Lilian Ploumen jî tevlî çalakiyê bûn.
Karabûlût bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê û got, “Em ê bi gelê Kurd re li ber xwe bidin.”
Li bajarê Awusturyayê Grazê jî bi çalakiyekê dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hat şermezarkirin. Ciwanên Kurdistanî û Partiya Sosyalîst a Awusturyayê bi pankart û dirûşman rejîma AKP’ê şermezar kir.
Li bajarên Awusturyayê Linzê jî ji bo şermezarkirina dagirkirina şaredariyan û piştgiriya bi girtiyên siyasî re meşek hat organîzekirin.
Têkoşîn wê dewam bike
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, li dijî desteserkirina şaredariyan dezgeha agahdarkirinê hate danîn û çalakiya nobedê dest pê kir. Çalakî li meydana Syntagmayê pêk tê. Ji çalakgeran Şerzan Amed li ser çalakiyê got, “Em ê dagirkirina şaredariyan qebûl nekin û em ê têkoşîna xwe her bidomînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Hem li Toronto û hem li Sydneyê
Piştî darbeya li dijî îradeya Kurdistaniyan li Bakurê Kurdistanê, libajarê Kanadayê Torontoyê û li bajarê Awusturalyayê Sydneyê jî çalakî hebûn. Li Torontoyê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk meşek hate kirin. The Greater Toronto Kurdish House, Baskên Ciwanan ên Elewî yên Kanadayê, Komale û Komîteya Filîpînê jî destek dan meşê.
Girse li kolana şên a bajêr Yonge/Bloorê kom bû û bi alayên HDP’ê meşiya. Li Sydneyê Kurdan tevî dostên xwe bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) çalakiyek kir. Girse li Hyde Park Northê kom bû û heta meydana Town Hallê meşiya. Di meşê de qeyûm û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hatin şermezarkirin.
TORONTO/SYDNEY