Kobanê, kêştiya Nuh e û mirovahî  li dijî afûr û nafûra dojehî ya faşîzma reş,  anî cem hev û parast.

Berî sed salî,  dema cografya Kurdistanê  hat dagirkirin,  dîroka Kurdan, kultur, mêjî, ferheng û bedena Kurd jî hate dagirkirin. Dagirkirinek “kumulatîf” bû û her kiryar bi rengê faşîzmeke reş de hate kirin. Ji aliyekî ve sosyolojiya gelê Kurd hate xerabkirin, ji aliyê din ve kultur, di kulturê de  ferheng, di ferhengê de alfabeya Kurd hate berterefkirin. 
Di dema dagirkirina hêzên Îslamî de, zimanê Kurdan bi meqes hate jêkirin. Di  dagirkirina Ittîhadiyan de, qirkirin derkete holê. Li gel tirsa siyasî û eskerî, têkçûna exlakî jî bi pêş xistin. Ittîhadiyên ku bi serîhildanên Kurdan re nekirin der,  bûne mîmarê demagojî û sîstema dewşirmetiyê. Êrîşî kultur, ziman û kesayetê kirin.  Nifşekî di nava lewaziya birînek neçar de derxistin holê. 
Piştî ku “dibistana şoreşê” hate vekirin,  xwîn û keda mirovan, hişmendî û hewngiriya mirovan, di rastiya Kurdistanê de rengekî nû stand. Hingî fîqêna Teyrê Sîmûr li serê Çiyayên Zagrosê hat û bi dengê ciwanan re bû yek. Dengê Sîmûr û ciwanan di demeke kin de olan veda.  
Deng, di “xeta guhertina paşerojan de” felsefeyê dîrok esas girt û bi îddîayek mezin, dîroka tevahiya gelên li Kurdistanê himbêz kir. Ev Tevgera Azadiya Kurd bû û her çû, fereh paland û di her bûyerên dîrokî de, wek Zapê, pengavek nû da dest pê kirin. Encama wê jî, pengava Şoreşa Rojava ye.
Şoreşa Rojava, dereng nema, şax û perên xwe avêtin  Şingalê û asoyek têr germahî belav kir.
Pengava Şoreşgerî, li Kobanê bû mîlad û wek romana mirovahiyê derkete holê.
Bêguman ev qonax bi hêsanî ne hatin bidestxistin; her qonax, her pengav, bû bingeha meşrûiyetekê. Koma van meştuiyetan bû xelata hişmendiya mirovahiyê. Di vê xelatê de,  bingeha sosyolojiya civakî, kultur, ferheng, ziman û alfabeya Kurd û gelên li Kurdistanê hebû. Ev îradeya polayî  bû û  bû bingeha  “medya alternatîf û medya azad”. 
Şoreşa ku çavkaniya wê gelê Kurd bû, piştî bombekirina avaniyên rojnameyan, şehîd kirina  3 deste  rojnamevanên Kurd, ku gunehê wan tenê şopandina bûyeran bû, bi vekirina MED TV giha qonaxa “di medya kurd de şoreş”ê.
Hemberî ku şoreşa medya Kurd, li ser mîrateya surgunê û  dîse li surgunê dest pê kir jî, mohra xwe, di wateya rastiya “medya alternativ” de li dîroka çapemeniyê da.  Ev nûjeniyek bû û di keliha statuqoparêziyê  de deverek vekir.  Bila gumana kesî nebe, ev nujenî, ev mohra di rastiya medya alternativ de, wê di paşerojan de,  di dersên zanîngehên rojnamevaniyê de werin xwendin. Rojnamevanên Kurd, wek hozanê Ingilîzî  Shelley, ku di trajedya “Prometheus  Unbound” de dibêje,  “li gorî nivîsa li eniyê hatiye nivîsandin”  hereket nekirin. Bûne  Teyrê Sîmûr,  xwe ji xweliya xwe afirandin, bûne  mamostayên xwe, bi xwîna xwe fêrî rojnamevaniyê bûn.
Dibistana Şoreşê, hem  di aliyê enetelektuelî de roleke dîrokî lîst, hem di aliyê “îdeal”a  mirovanî û exlaq bi nirxên sedsalan hatiye peçan lîst. Hêzek kozmîk bû ev. Vê hêza kozmîk jî, ji komploya navneteweyî lîderekî cîhanî derxiste holê.   Vê hêza kozmîk, ji operasyonên “sputnik” û bombekirina avaniyên rojnameyên Kurd, rojnamevaniya profesyonel derxiste holê.
Di qonaxekê de ku di civaka Kurd de, kurdîtî wek bêexlaqiyekê derketibû hole; ji dibistana şoreşê, tiştên li dijî Kurdîtiyê bê exlaqî ne, derkete holê. Êdî her tiştê li dijî Kurdîtiyê bê exlaqî ye û li derî mirovaniyê ye. Kurd=mirovantî, bi berxwedana Kobanê hate misoger kirin.  
Şerê bê-eman yê dramatîk, ku 30 sal in berdewam dike,  bû cendereya “fêrbûn nebe nabe, zanebûn nebe nabe, têgihiştin nebe nabe” derxiste holê. Bi gotina Murad Karayilan “ev fermana dîrokê” bû.      
Fermana dîrokê, di medya azad û medya alternatîfalternatîf de jî pîvan bû. Ev fermana ku  di kesayeta Halîl Dag de derkete holê, li Mexmûrê di şehadeta Deniz Firat, li Edenê bi şehadeta Kadrî Bagdu, dîroka belgeyî û gelerî ji nû de afirand. Kontrayên ku wek dijminên gel têne naskirin, di kesayeta Huseyîn Denîz de, di kesayeta Musa Anter de, xwestin waqa-nivîsiyê bikujin. Ev kuştina dîrokê ye û stratejiya bloqajkirina rastiya mirovahiyê ye. Dagirkerên Kurdistanê jî,  stratejiya siyaseta bloqajkirina li hemberî  tevgerên Kurd, kirin bingeha siyaseta xwe. Ev  bêdengkirin, bêziman kirin û kerrûlalkirin û gêjkirina cîhana Kurd bû.  
Lê di Dibistana Şoreşê de, berhemeke din ku heja ye mirov bi berfirehî li ser raweste, medya altetnatîf e. Di çarçovê de  rojnamevanên ku di “sîstema zorbe” de, bûne   ziman û guhên  gelê Kurd, dibin şertên kuştin û girtinê de, sefaleta hêzên dagirker bi belge kirin û ji raya giştî re eşkere kirin. Di dîroka çapemeniya Kurd a surgunê de, bûne awaz û qîrêna rastiyê.   Rojnanmevanên  “ku civaka wan wêran bûye”,  zanîbûn ku ew ne tenê ne. Ev gotinên Ocalan bûn û di destpêka “dibistana şoreşê”  de, bi slogana “ji dijminên azadî û jiyana bi rûmet re azadî nîne” wan dest bi kar kir. Di dersa duyemîn de, “herî hindik kesek  jî, dikare bi serpêhatî û mîrateya civaka wêrankirî li ser lingan  bimîne”, rojnamevanên Kurd gihane qonaxa ku di şerê azadiyê de, li Heremên Parastina Medya, li Bakurê Kurdistanê di kolanên bi faşîzmê hatine dorpêç kirin, li Şingalê, li Maxmurê û li Kobanê  di eniya herî pêş ya şer de kar bikin.
Di şerê Kobanê de jî,  di demeke ku gelê Kurd di transeke kolektîf de şev û roj kire yek, rojnamevanên Kurd,   bûne dilê rojnamevanên cîhanê û bi cengawerî û  şêrgeliya  Şervanên YPG û YPJê, bûne nasnameya  rûmeta medya alternatîf.
Di demeke ku Îttîhadiyên Tirk, di kesayeta Kobanê de, çeteyên DAIŞ kirin Rapora Îslaha Şerqê, kirin Dadgehên Îstîklalê, rojnamevanên Kurd, vaqa-nivîsiya dîroka nû domandin.    
Di vaqa-nivîsiya rojnamevanên Kurd de, ragihandina herî giring, belgekirina dema ku ala azadî û demokrasî, rûmet û nirxên mirovahiyê hate hildan; ala reş ya  faşîzma sedsalê jî kete ser ting-sergoya dîrokê bû. Lewma cîhanê Koban wek sembola azadî û berxwedanê, wek meydana cenga mahkumkirina faşîzma sedsalê  bi nav kir.
Ev hinekî serketina medya alternatîf û rojnamevanên Kurd e.