Fermandara YPJ’ê Medya Meysa (Newroz Mistefa) ku weke fermandara eniya rojhilat cihê xwe di şerê Kobanê de girt, di roja rizgarkirina Kobanê de dema hêzên YPG û YPJ’ê digihîjin riya dawiyê ya Kaniya Kurdan hestên xwe wiha anîbûn ziman: “Heval em niha pir kêfxweş in, em gihîştin girê Kaniya Kurdan, moral û heyecaneke pir mezin ji bo me ye, ji bo hevalên YPG/YPJ’ê serkeftinê pîroz dikim û silavên xwe ji gel re rêdikim. Em ê gundan jî rizgar bikin.”

Fermandara YPJ’ê Medya Meysa di rizgarkirina gundan de jî cihê xwe girt û di 11’ê Cotmeha 2015’an de li gundê Qertel ê li rojhilatê kantonê jiyana xwe ji dest da.


‘Hesreta me bû’

Fermandarke din a YPJ’ê Zehra Penaber jî wê rojê ev gotin rêz kiribûn: “Hesreta me bû ku em vê rojê bibînin û me dît. Lê xweziya wan hevalên şehîd jî bidîtana. Beriya du rojan hinek heval şehîd ketin û wana jî bi vê hêviyê jiyan dikirin. Em soz didin ku em ê hêviya wan bidin jiyandin. Vê rojê destpêkê li Serok Apo, gel, tevahiya hevalên şehîd û mirovên ku di vê berxwedanê de cîh girtine pîroz dikim.”

Fermandara YPJ’ê Zehra ku kena li ser ruyê wê qet kêm nedibû, bi van gotinan jî behsa dijwariya şerê li kolana 48’an ku li wir berxwedan birêve dibir, dikir: “Em niha jî li ser kolana Helincê ne, ez çep û rastê kolana 48'an baş nas dikim. Ji bilî wê Kobanê nas nakim. Dema hatim di kolana 48’an de mam, lê êdî xilas bû.”

Penaber piştî rizgarkirina navenda Kantonê, di operasyona rizgarkirina gundewaran de, li gundê Êdîqo yê li başûrê Kobanê di encama teqîna mayinekê de jiyana xwe ji dest da.


‘Kobanê ne xemgîn e serbilind e’

“Kobanê êdî ne xemgîn e, Kobanê êdî dil naşewitîne, Kobanê serbilind e, bila dinya vê bibîne.” Ev gotinên ku serkeftina Kobanê vedibêjin jî, gotinên şervanê YPG’ê Herdem Cahîd bûn. Di roja rizgarkirina Kobanê de Cahîd bi tiliya xwe îşaret dikir û bang li gel dikir: “Gelê Kobanê em hemû Kobanê diyarî we dikin.”

Şervanê YPG’ê Herdem Cahîd 11 roj piştî derbasbûna çeteyan a navenda Kobanê, di 16’ê Cotmehê de tevlî berxwedaniya dîrokî bibû. Têkoşer Cahîd ku di gelek eniyan de cihê xwe girt, piştî rizgarkirina navendê di operasyona rizgarkirina gundan de li gundê Minîf di 8’ê Nîsana 2015’an de jiyana xwe ji dest da.


Soza hevalê xwe bicîh anî

Şervanê YPG’ê Cûdî Şevîn jî ku bi deng û erbaneya xwe di eniya rojhilat de hatibû nasîn, bi hevalê xwe Rênas Efrîn re soza ku dê li ser girê Miştenûr govendê girê bidin, dabû. Lê Rênas beriya rizgarkirina Miştenûr di şerê li ber Deriyê Sînor de jiyan xwe ji dest da. Cudî Şevîn li ser şehadeta hevalê xwe soz dide ku wê di nava kolanên Kobanê de bigere û bi stranan heta Miştenûr biçe û li wir govenda azadiyê bigerîne.

Cudî Şevîn di roja rizgarkirina Kobanê de tevî amura xwe li kolanên Kobanê li taxa Kaniya Kurdan geriya û ev soza xwe bicîh anî. Şervanê YPG’ê Cûdî Şevîn di bersivdayîna êrîşên çeteyan a li ser gundê  Bexdikê yê li rojhilatê Kobanê de, di 26’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da.



NESRÎN EBDÎ/ANHA/KOBANÊ