Gelê kurd li Kurdistan û derve deqe bi deqe pêşveçûnên berxwedana Kobanê dişopîne. Her kurdek li kur dibe bila bibe, xwe têkildarî vê berxwedanê dibîne. Niha netewa kurd ji bo piştigirtiya Kobanê li ser piyane. Bi sedan ciwan ji hemû beşên Kurdistanê berê xwe dane Kobanê û li wir, li gel kobaniyan, li himberî çeteyên DAIŞ radwestin. Li hemû Kurdistan û cîhanê ji bo Kobanê seferberî hatiye ilankirin. Li bakur niha gel û siyaset xwedî li vê berxwedanê derikeve. Lê tevî vê yekê jî, hîna alîkarî û xwedîderketin lazim e. Divê hêzên kurd zêdetir xwedî li tecrubeya Rojava derbikevin.. Dewleta tirk û rêvebiriya AKPê heta niha hîna destekê didin DAIŞ. Bi riya van çeteyan dixwazin kantonên Rojava têk bibin. Ev siyasetek ji bo heremê û gelên Tirkiyê bi xwe jî tehlûkeyek mezin e. Ewê di dawiyê de DAIŞ li dijî Tirkyê jî têkev nava liv û tevgerê. Ev rêxsitin xwe mecbûrî tu peymanê nabîne. Li hemû hevkarên xwe qulibî û şer li dijî wan daye destpêkirin. Li dijî şaxê xwe yê Sûriyeye (Cebha El-Nusra) şer kiriye û bi sedan ji endamê wê kuştine. Her weha li dijî eşîreyên ereb li Reqa û Dêr El-Zorê jî qulibî û bi hezaran ji wan kuşt. Li dijî komên „artêşa azad“ jî şer ilan kir û gelek ji wan kuşt. Li dijî Tirkiyê dê nêzîk şer ragihîne. Li dijî herema başûrê Kurdistanê jî, DAIŞ bi riya hin serkêşên sunî soza neêrîşkirin û aşîtiyê dabû PDK. Em jibîr nekin ku Tirkiyê endama NATO yê û hevkara DYA û welatên Ewropa ye. Ev tenê têrê dike ku DAIŞ feteweya cîhadê li dijî Tirkiyê û AKPê bide.
Divê dewleta tirk û rêvebirya AKP di zûtirîn dem de hevpeymana xwe bi DAIŞ re ber çavan derbas bike. Divê ew bi gelê kurd re hevkar be. DAIŞ projeyek tariyê ye û dê hemû gelên heremê kole bike û komkujiyan li her cihî pêkbîne. Li himberî DAIŞ divê hevkariya gelên Kurd û Tirk xurt bibe. Divê AKPê tercîha kurdan bike, ne ya DAIŞ û çeteyên wê. Eger APK dixwest Rojava bi riya DAIŞ qelis bike, êdî ev yek jî ji bin kontrolê derketiye. Êdî DAIŞ ne rûxandina Rojava, lê avakirina xîlafetek, ku Tirkiyê jî digre nava xwe, hedef dibîne.
Ji hêzên kurd li Rojava û bi taybet ji ENKS tê xwestin ku tevî berxwedana YPG, YPJ bibin. Bila tu pîlanan ava nekin. Weha xuxaye ku çavên wan li 500 milyon dolar ên ku rêvebirya DYA qaşo şerê li dijî DAISê terxan kirî ye, ye. Loma dixwazin bi alîkariya Tirkiye û PDK „artêşekê” ji bo qaşo şerê çeteyan ava bikin. Dixwazin bibin hevkarê DYA û hevpeymana navnetewî li dijî DAIŞ û kantonan ji bazarê derbixin. Çavê wan bar nabe ku hêzên hevpeymanê niha pêwendiyan li gel YPG û YPJ saz dikin û wan wek hevkarên li dijî terorê cîhanê dibînin. Bila ENKS tu hêviyan ji xwe re çêneke. Ev pîlana ku niha AKP û baskê Nêçîrvan Berzanî di nava PDK de ji wan re amede dike, qet nabe here serî. Divê destûr ji bo kesekî neyê dayin ku YPG û YPJ ji rojevê derbixin, qelis bikin û xwîna bi hezaran şehîd vala derbixînin.
Niha YPG, YPJ û rêvebiya Rojava xwe li tevahiya cîhanê wek hêza herî dînamîk û xurt li dijî DAIŞ isbat kirine. Eger civaka navnetewî bixwaze li dijî DAIŞ şer bike, divê bi van hêzan re hevkar be. Jixwe ev yek jî bûye xwesteka gelek partî, rêxsitin û alavên ragihandinê li tevahiya cîhanê. Her kes dibêje PKK û YPG tenê dikarîbûn DAIŞ li Sûriyêye têkbibrana. Li başûr jî wan kurdên Êzdî li Şingalê ji mirinê xelas kirin. Loma divê bibin hevkarên sereke. Divê çek ji bo wan bêtin hinartin. YPG, YPG bûne navnîşana berxwedanek mezin. Berxwedana netewa kurd. Berxwedana cîhana pêşketî li himberi wehşiyetê. Berxwedana şarestaniyê li himberî tariyê. Loma bi sedan ciwanên kurd û bi dehan ciwanên ji neteweyên din, berê xwe didin van her 2 hêzan, da ku DAIŞ têk bibin û ala azadî, demokratî û biratiya gelan bilin bikin..
Kobanê an navenda berxwedana mirovatiyê li dijî tariyê!
Berxwedana netewa kurd li Kobanê dewam dike. Ev 3 hefte ne çeteyên DAIŞ hewl didin derbasî nava bajarê Kobanê bibin. Bi hemeleyek eskerî ya ku ji bi dehan tank û top û bi destekek navnetewî, DAIŞ berê xwe dide Rojava û hedefa têkbirina iradeya gelê kurd dide ber çavên xwe. Hemû cîhan behsa berxwedana Kobanê dike. Her rojname, malper û televizyon deqe bi deqe pêşveçûnên vê berxwedanê radighînin. Qehremaniya gelê Koban, YPG û YPJ dibêjin. Li himberî DAIŞ tu hêzêkê mîna YPG û YPJ xwe li ser piyan negirt. Hêzên heremî, hemû li pêşiya DAIŞ ji hev ketin, tenê hêza berxwedana gelê Rojava xwe girt û pozê van çeteyan da erdê. Her kes êdî vê rastiyê dizane. Li himberî vê hêza tariyê hevpeymanek navnewtî hatiye ava kirin. Bi dehan dewlet niha bi şêweyekî hevkar konspta têkbirina van çetyan danîne. Bi riya êrîşên eskerî hewl didin DAIŞ qelis bikin û dîsa bînin bin kontrolê. Ji bo vê armancê pêk bînin, hewcedarî bi hevkariya bi YPG û rêvebirya xweseriya Rojava heye. Lê ji ber girêdana bi dewleta tirk û hêzên ku DAIŞ dest didin, mîna welatên ereb, heta niha DYA û NATO bi şêweyekî ku tê xwesin, Rojava hevkar nedîtine. Jixwe piştî têkçûna artêşa Iraq û hêzên pêşmergeyan li himberî DAIŞê, hemû kes êdî dizane ku YPG hêza têkbirina DAIŞê ye. Tu konseptek têkbirina vê hêza tariyê bi sernakeve eger YPG ne alîkar û hevkar be. Eger ne YPG serkêş û rêzan be…