Necîb ê ji Kobanê: Tiştên ez li akademî û konservatûarê hîn bûme, ez ê hînî zarokên Kobanê bikim. Ji bo bipêşxistina muzîka Kurdî ez ê dersê bidim zarokên Kobanê. Ez ê Kobanê bê muzîk nehêlim.

Necîm Mihemed di dema hovîtî û êrişên DAIŞ’ê de ji Kobanê neçar koçber bû û hingê li Amedê bi cih bû. Ciwanê îro 18 salî, li Akademiya Muzikê ya MA’yê serpêhatiyeke nû datîne ber xwe, ew jî ya muzîkê ye. Niha piştî bi 5 salan weke piyanîst ew vedigere Kobanê.

35 xwendekar mezûn bûn

Konservatûara Bajarê Amedê ya Aram Tîgran ku di sala 2010’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat vekirin, ji aliyê qeyûmê dagirkeriya dewleta Tirk ê Amedê, Cûmalî Atîlla ve hatibû girtin. Li ser vê girtina konservatûarê, 490 kursiyer û 150 xwendekarên ku di warê akademîk de perwerde dibûn, ji bo li naverastê nemînin, înîsîyatîfeke nû dest pê kir. Ew jî damezrandina Akademiya Muzîkê ya MA’yê bû. Ew kursiyer û xwendekar karîbûn êdî li wir perwerdeya xwe dewam bikin. Akademiyê îsal 35 xwendekarên xwe mezûn kirin.

Her li pey xeyalên xwe çû

Her yek ji xwendekarên akadamiyê, bi serpêhatiyeke cûda li Konservatûara Aram Tîgran gihîştin hev. Yek ji wan jî Necîm Mihemed e ku îro 18 salî ye.  Ew di sala 2014’an de ji ber êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê, bi malbata xwe re neçar ma koçberî Bakurê Kurdistanê bibe û hingê li Amedê bi cih bibe. Li Amedê destpêkê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a ser bi Şaredariya Peyasê dest bi perwerdeya muzîkê kir. Ji ber ku mamoste tine bûn, berê xwe da Konservatûara Aram Tîgran. Pêşî di warê lêxistina ûdê de perwerde dibe û paşê perwerdeya xwe bi kemanê didomîne. Berî ku perwerdeya xwe ya kemanê biqedîne, qeyûmê ku dewleta Tirk pê şaredariya Amedê dagir kir, konservatûarê digire û xebatên Necîm Mihemed demekê radiwestin.  Piştî ku Akademiya Muzikê ya MA’yê tê avakirin, Necîm Mihemed dest bi perwerdeya piyanoyê dike û jixwe, ev jî ji xeyalên wî bû. Piştî perwerdeya nêzî 4 salan Necîb Mihemed ji akadamiyê weke piyanîst mezûn dibe.

Ez ê Kobanê bê muzîk nehêlim

Necîb Mihemed niha perwerdekarê piyanoyê ye û wê weke pîyanîst vegere bajarê xwe Kobanê; ew bajarê ku bi xem û keder jê veqetiyabû; ew bajarê ku hovên DAIŞ´ê hedimandibûn û niha ji nava xweliya xwe ji nû ve ruh bi xwe tîne. Necîb Mihemed li ser rewşa xwe û xebatên xwe yên li akademiyê temam kiriye, peyivî û got; “Tiştên ez li akademî û konservatûarê hîn bûme, ez ê hînî zarokên Kobanê bikim. Ji bo bipêşxistina muzîka Kurdî ez ê dersê bidim zarokên Kobanê. Ez ê Kobanê bê muzîk nehêlim.”

 

MA / AMED