Meşa bi heybet a şermezarkirina Bêbextiya 9`ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Kobanê doh bi rê ve çû. Meşê ji Kolana 48`an a li ser rêya gundê Helencê ya li rojhilatê bajêr, dest pê kir. Di meşê ku bi hezaran şêniyên kantona Kobanê, nûner û endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn. Şervanên YPG/YPJ´ê û endamên asayîşê jî tevlî rûreşkirina bêbextiya navneteweyî bûn.

Meşê bi dirûşmeya “Em ê sîstema Îmralî hilweşînin û azad bi Rêberê xwe re bijîn” hat organîzekirin, û li Meydana Jina Azad veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de hevserokê berê yê PYD´ê Salih Muslim peyama, heta azadkirina Ocalan dewamkirina têkoşînê da. Ji rêveberên Kongreya Star Şîlan Ehmed jî got, “Em ê li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe dewam bikin û rêberê xwe azad bikin.” 

ANHA / KOBANÊ