Li bajarê Berxwedanê Kobanê, 4`mîn Festîvala Çand û Huner a Dîcle-Firat a Şehîd Hogir hate lidarxistin. Gelên herêma Firatê, Minbic, Reqa û Tebqayê beşdarî Festîvalê bûn. Her pêkhateyekê bi çanda xwe beşdarî festîvalê bû û rengê xwe da festîvalê.

Di Festîvalê de, rengê jina Kurd a Kobanê bi cil û bergên xwe yên gelêrî hêjayî dîtinê bû. Her wiha jinên Kobanê xwarinên Kobanê yên gelêrî wekî ”çîkê sar, çîkê goşt, tirşika holikan, şilik, nanê tîrê û hwd di festîvalê de amade kiri û pêşkêş kir. Li gel stran, dîlan û xwendina helbestan, pêşbirka pirsan hate organîzekirin. Ji kesên beşdarî Festîvalê bûbûm, 10 kes bi ser ketin û hatin xelatkirin.

Dawiyê ciwanên Minbicê stran gotin û Koma Govendê ya Şehîd Şoreş a Girê Spî govend gerand.

ANHA/KOBANÊ