Fîlozovê Fransayê Bernard-Henri Lévy (BHL) ku bi taybetî di destwerdana NATO ya li Lîbyayê de navê wî gelek caran hat rojevê, ji bo rojnameya Liberation û heft rojnameyên Ewropa û Emerîkayê gotarek nivîsand. Gotar wê bi sernavê "Ji bo Kobanê banga dawî" bê weşandin.

Lévy ji AFP'ê re axivî û got, "Eger Kobanê têk biçe, wê pozîsyona Tirkiyeyê ya di nava NATO'yê de bibe cihê pirsgirêkê." Lévy got, "Pêwîste di nava saetên pêş de ev yek ji Tirkiyeyê re bê gotin."
Fîlozofê Fransayê her wiha got, "Hêzên DAIŞ'ê her saet, kolan bi kolan bi pêş dikevin. Çareseriya dawî ew e, ku ya artêşa Tirk di çarçoveya endametiya NATO'yê de dest lê werde, yan jî ji bo parastina bajarê li ser sînor bloke bûye destûr ji derbasbûna bi hezaran şervanên Kurd ên dilxwaze re bê dayîn."
Lévy got, "Lê belê Tirkiye xwe nalivîne. Xwe li pişt hincetên hiqûqî vedişêre. Li benda têkçûna bajêr e. Eger Kobanê têk biçe, divê hikûmeta Tirk weke yekser berpirsyarê vê bê dîtin."
Lévy got, "Tirkiye lingê rojhilat ê Tifaqa Atlantîk (NATO) e. Ji bo hebûna wê ya li nava NATO êdî dema piştrastkirinê ye" û bi vî rengî dewam kir: "Li aliyekî bê gotin ku DAIŞ gefeke global e, li aliyê din jî ji ber bêberpirsyariya Erdogan lawazmayîna tifaqa leşkerî ya bersivdayîna li DAIŞ'ê, di vê nuqteya herî girîng a jiyanî de, bi xweşbînî nayê dîtin (...) Bang li tifaqên Tirkiyeyê yên di bin sîwana NATO'yê de dikim, ku berpirsyariyên Erdogan bînin bîra wî."
Lévy her wiha got, "Kobanê ji bo Tirkiyeyê, ji bo pêşeroja pêşeroja wê ya li nav Ewropayê û ji bo endametiya wê ya li Tifaqa Atlantîkê, testek e" û ev xal destnîşan kir: "Eger Kobanê bikeve, ez ne bawerim karibe di bin sîwana Tifaqa Atlantîk de bimîne."

Ji Ban Kî-moon hişyarî

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon di konferansa li Kahîreyê ya ji bo ji nû ve avakirina Gazze ku welatên bexşîner ên navneteweyî beşdar bûn de axivî got, "Der barê bajarê Sûriyeyê Kobanê de gumanên xwe yên kûr dubare dikim. Bi êrîşên Dewleta Îslamî re jiyana bi hezaran mirovan di talûkeyê de ye.” Ban Ki-moon, banga "ji bo komkujiyeke sivîl a li Kobanê asteng bikin li hemû aliyan kir”.
Nûnerê NY’ê Steffan de Mistura jî    ji Tirkiyeyê xwestibû ku destûrê bide hêzên Kurdan ku bi "alavên pêwîst" ji bo parastina Kobanê derbasî Kobanê bibin.

PARÎS/NEW YORK