Navenda Çapemeniya YPG’ê, ragihandin ku ji 15’ê Îlonê heta niha hêzên YPG’ê li hember çeteyên DAIŞ ên êrîşî Kobanê dikin berxwedaneke mezin nîşan didin û darbeyên giran li çeteyan dane. YPG’ê diyar kir kir di du rojên dawî yên şer de 86 çete hatine kuştin. Daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser mijarê wiha ye: "Êrîşên çeteyên DAIŞ´ê ya ku 15ê Îlonê li hember Kantona Kobanê ji 5 eniyan ve dabûn destpêkirin bi hemû dijwariya xwe berdewam  dikin. Li dijî êrîşên çeteyan ên bi tank, topên cur be cur û çekên giran ên di roja pêncemîn de ye, hêzên me mînakeke mezin a berxwedaniyê nîşan didin. Çete ji bo qirkirin û komkujiyê li Kobanê û derdora wê bike êrîş dikin, lê li her gund û qadê pevçûnên sîng bi sîng tên jiyîn. Hêzên me li eniyên cuda dixwazin pêşketina çeteyan bisekinîn û gelê me yê dibin rîska qirkirinê de ye bigihinîn qadên ewle."

Bereya şer fireh bû

Derbarê qadên ku şerê dijwar li van deveran rû didin jî ev agahî dan: "Di vê çerçove de, li gundên Zerik, Girê Zagros, Cibilferec, Derbazin, Boraz, Degirmen, Ewenê ve Qilhaydê yên li rojavayê Kobanê, gundên Korik, Metînî, Îdaniyê, Bexdik, Qilqilik û xeta Ebu Sirrê yên li rojhilata Kobanê û gundên Qerarîşk, Boxazê, Berxbatan, Torman, Qamçê, Kunaftar, Zerik, Üçkardeş, Çelebiyê, Piling, Xarbîstan, Goraniyê û Gire Şehîd Xabur ên li başûrê Kobanê pevçunên pirr dijwar hat jiyîn. Çeteyên ku li hember berxwedana hêzên me nikarin pêşve biçin li van herêman de windahiyên giran dan."

86 çete hatin kuştin
YPG derbarê encamên şer de jî agahiyên girîng dan û wiha got: " Di van herêmên pevçûnan û çalakiyan de bi qasî ku hêzên me zelal kirine, bi giştî 86 çete hatine kuştin, bi dehan çete jî hatiye birîndarkirin. 7 cenazeyên ji wan miriyên çeteyan di bin qontrola hêzên me de ne. 2 tank, 3 jê bi doçka 5 wesaît û topêk hawanê ji aliyê hêzên me ve hatiye rûxandin. Dîsa hêzên me dest danîn ser 7 çeka klêş, 2 çeka M16, 1 topa hawanê û 7 raxtê çeteyan. Her wiha di şer de 8 hevalên me yên ku li hember êrîşên çeteyan bi bîryardarî û vînekî mezin şerkirin û mînaka fedakariyê nîşan dan gihiştin şehadetê."  YPG di dawiyê de ragihand ku berxwedana hêzên wan li van qad û gundên ku navê wan hatine rêzkirin berdewam dike."

NAVENDA NÛÇEYAN