Ji 14´ê Gulanê û pê ve, xêzeromana Zerocalcare a bi  navê “Kobanê Calling Today” (Banga Kobanê ya îro) wê belav bibe. Ev çapeke berfirehkirî û aktuelkirî ya Kobanê Calling e ku karikaturîst û nivîskarê xêzeromanan ê navdar ê Îtalî ji bo piştgiriya Berxwedana Kobanê çêkiribû û beriya bi 4 salan bi Ingilîzî derçûbû. Di vê xêzeromana nû de, bergeke nû, rojnameyên jeografîk yên aktuel, pêşnivîseke nû ya nivîskarî, û serpêhatiya înternasyonalîstê Îtalî Lorenzo «Orso» Orsetti jî tê de heye. Ev xêzên wî yê li ser Lorenzo, pêşî bi serê xwe Tîrmeha 2019´ê hatibûn weşandin. Zerokcalcare dibêje, “Ji ber ku rewşa Kurdên Sûriyê û erda wan a ku doza wan li ser e, yanî Rojava, îro ji her demê muhimtir e.”

PARÎS