
Li Ingilîstanê demeke dirêj lêkolînên li ser Kurd û Kurdistanê li beşên cihê yên zanîngehên cihê mumkin bû. Ji sala 2006´an ve Navenda Lêkolînên Kurdî li Zanîngeha Exeterê vediguhere navendeke lêkolînên kurdî nexasim jî di mijara zanistên civakî de. Ji bo ku em agahiyên giştî der barê navendê de fêr bibin û her weha zanibin rewşa navendê çi ye, bi birêvebera navendê Prof. Chiristine Allison re peyivîn. Allison dibêje, halê hazir bernameyên wan ên doktorayê hene û yn mastirê ji wê ji 2016´an û şûn ve ji nû ve pêşkêş bikin.
Li ser pirsa li ser xebatên xwe, Prof. Allison dibêje, "du bernameyên me yên fînansmanê hene ku destûrê dide me ku bûrsan bidin ji bo xwendekarên doktorayê û yên masterê. bernameya diduyan niha bi dawî dibe. Lê em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de dewreke din a bûrsan em bistînin. Em niha bernameya xwe masterê ji nû ve ava dikin. Ev çend sal in rawestiya bû û em dixwazin sala 2016´an ji nû ve bidin destpêkirin. Tevahiya bernameyên MA (Master of Arts) li Înstîtûya Lêkolînên Ereb û Îslamî (Navenda Lêkolînên Kurdî di bin heman banî de ye) ji nû ve tên avakirin û ya me jî yek ji wan e. Di nava vê demê de qederê sîh xwendekarên me yên doktorayê çêbûn û hinan ji wan hîna bvi dawî nekiriye xwendina xwe. Di nava vê hejmarê de xwendekarên bi bûrs û bê bûrs dixwînin hene. Qederê bîstûpênc xwendekarên masterê jî navenda me mezûn bûn. Hin ji xwendekarên doktorayê ji Başûrê Kurdistanê tên ku ji aliyê hikûmetê ve tên şandin. Hin ji van niha doktorayên xwe bi dawî dikin. Hin xwendekarên me bi xwe yên bi bûrs hene. Mijarên me guhertî ne, lê mixabin tevî ku gelek kes ji me dixwazin jî em nikarin tezên li ser zimanzaniya Kurdî qebûl bikin. Ji ber ku Haşim jî ji me veqetiya em tezên doktorayê yên li ser wêjeyê jî qebûl nakin. Em di Zanistên Civakî, siyasî de û her weha di antropolojî û cografyayê de jî nezareta tezan dikin."
Dixwaze dersên zimanê Kurdî ji nû ve bide
Herçî dersên ziman in, berê li navendê ji bon lîsansê dihatin dayîn, niha ev ders hatine kêmkirin ji ber sedemên fînansmanê li Ingilîstanê. Ji ber ku xwendina lîsansê di lêkolînên Kurdî de têra xwe elaqeya xwendekaran nekişand, bernameyeke tijî a dersên zimên ji bo lîsansê niha nikare were dayîn. Navend dixwaze dersên zimên ên Kurmancî di demeke nêz de ji nû ve pêşkêş bike û Prof. Allison hêvîdar e ku karibin dersên Soranî pêşkêş bikin, lê her weha li xwe mikur tê ku ew ê nikaribin bernameyeke lîsansê bi temamî pêşkşê bikin.
Nimûneyên minaqeşeya elaqedarî bîrê
Li ser giraniya lêkolînên xwe bi xwe Prof. Allison dibêje, ji ber bûyerên vê dawiyê û nexasim jî qirkirina civaka Êzîdî li Şengalê, ew li ser wê hin gotaran dinivîse û weha dewam kir "ez her weha karê xwe yê li ser bîrê jî dewam dikim, dema ez vê dikim bi rêbazên folklorîstikê miamele dikim bi lêkolînên li ser bîrê (memorie studies). Meydaneke cografî ya lêkolênên in nîne, belê e elaqedar im bi deverên kurdmancî axêv re. Ya rastî ez nimûneyên minaqeşe û peyivînan berhev dikim. Lêkolîna min li ser rewşa minaqeşeyên giştî yên bîrê ye li Kurdisdtanê. Bi rastî du xetên minaqeşeyê hene, yek ya li bakur e û ya din jî a li başûr e. Ya rastî ya bakur têra xwe baş hatiye lêkolîn bi destê zanyarên civakzaniyê û antropolojiyê yên ciwan ve. Lê ya başûr ne wisa ye. Karê min bi xwe li ser nimûneyên taybet ên minaqeşeyê ye, û ka çawa hin wesfên diyar di nava wan de diyar in. Herçî ez niha li ser dinivîsim e, grtina ser xwe a berpirisyariya vegotinê ya awayên taybet ên minaqeşeyê ye. Weke antropolojiya zimanzanî. Mînakên min jî bi pirranî ji Bakurê Kurdisdtanê, deverên sovyeta berê û hinekî jî ji Başûrê Kurdistanê ne.
‘Tesîra Kobanê gelek bû’
Lê hîna ji bo minaqeşeyên zanistî zû ye Herçî tesîra bûyerên li Kurdistanê û qirkirina Êzîdiyan li Şengalê li derdora wan a kar û li xwendekarên wan kirî, Prof. Christine Allison dibêje, "ji ber ku xwendekarên me yên Êzîdî hingê nebûn û ew kêm dihatin nasîn, ya rastî Kobanê gelekî tesîr li me kir. Lê dîsa jî nexasim jî Kurdên ji bakurê Kurdistanê li Londonê her weha hestyarbûn di biwara tişta li Şengalê jî qewimî, pirraniya xwepêşandanên ji bo Kobanê her weha ji bo piştgiriya xelkê Şengalê jî bûn." Herçî mijarên doktorayê ne, hîna ne Kobanê û ne jî Şengal mijar in, li gorî Allison ji bo vê hîna zû ye, lê "ew ê hîna werin".
‘Xwendekar bila baş bihizirin’
Prof. Allison dibêje, ew hez dikin xwendekarên doktorayê qebûl bikin, lê li ser mijarên ku dikarin nezareta wan bikin, ji ber vê jî şîreta wê ew e ku malpera wan beriya miracaeta ji bo tezê baş were şopandin. Wekî din jî Prof. Allison îşaret bi zehmetbûna debarê li Ingilîstanê û bihabûna xercên zanîngehan li heman welatî dike, ji ber wê jî dixwaze xwendekarên hez dikin miracaetî navenda wan bikin baş li mijara xwe bihizirin. Weke mînak jî dibêje, navend îsal nikare ti bûrsên doktorayî bide, tevî ku hîviya wan heye di nava salek an diduyê de karibin hin bûrsan bidin jî.
Gotina dawî ya prof. Allison li ser Êzîdiyan e, ew dibêje, "em hez dikin bikevin nava hewldanan ji bo alîkariya bi Kurdan û Êzîdiyan re, lê zehmet e ku em yekser ji bo vê karekî birêve bibin. Dîsa tevneke mezin a akademîk heye ji bo hestyarkirinê û piştgiriya bi Êzîdiyan û herweha berxwedana Kobanê re."
Navenda lêkolînan a Exeterê
Navenda Lêkolînên Kurdî li Exeterê sala 2006´an hat damezrandin. Hingê Prof. Gareth Stansfield û Dr.Haşim Ehmedzade mamosteyên navendê bûn. Fînansmana navendê ji bilî Zanîngeha Exeter û hikûmeta brîtanî, destpêkê bi alîkariya madî ya ji Weqfa Îbrahîm Ehmed û paşê jî bi alîkariya serokwezîrê herêma Başûrê Kurdistanê mumkin bûye. Sala 2007´an Dr. Clemence Scalbert-Yucel û Christine Allison jî sala 2008´an li mamosteyên navendê zêde dibin. Niha li ser mijarên siyasî û çandî lêkolîn tên kirin, herçî zimanzanî ye ne ji mijarên sereke yên navenda lêkolînê ne.
Prof. Christine Allison, birêvebera Navenda Lêkolînên Kurdî (Kurdish Studies) ye li Zanîngeha Exeterê a li Ingilistanê. Wê doktoraza xwe li Dibistana Lêkolînên Şerqî û Efrîkî (SOAS) ya li Londonê li ser wêjeya devkî û stranbêjiya Êzîdiyên li Başûrê Kurdistanê nexasim jî yên Şengalê nivîsî. Allison heta sala 2008´an jî piştî Michael Chyet li beşa Lêkolînên Kurdî a li INALCO´yê (Parîs) ders dan. Ji hingê ve jî li Exeter e. Halê hazir li ser bîrê lêdikole û ddema vê dike teoriya ji folklorîstîkê bi kar tîne.