Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ'ê yên li nava bajêr serdest in, li gundên başûrê Kobanê jî her bi pêş ve diçin. YPG'ê ragihand ku şervanên YPG/YPJ'ê pêr bi şev li hemberî gundê Memitê yê li başûrê Kobanê dest bi operasyonekê kirin û got: "Di vê operasyonê de ligel gundê Memitê, meydaneke di navbera Memitê û Termîk de jî ji aliye hêzên me ve hedef hat girtin. Di demeke kin de hêzên me gundê Memitê ji çeteyan rizgar kirin û derbên giran li çeteyan xistin.”
22 termên çeteyan di destên YPG'ê de ne
Daxuyanî weha dewam dike: “Di operasyonê de wesaîteke leşkerî hat rûxandin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin, 42 çete hatine kuştin."
YPG'ê encamên operasyon wiha ragihandin: "Ligel 22 termên çeteyan, tankek, topeke hawanê ya 160 mm, topeke hawanê ya 82 mm, doçkayeke 14,5 û 1.000 fîşekên wê, 1.000 fîşekên doçkaya 12,5, 26 kleş, 75 şarjor û 6.000 fîşekên wê, 8 BKC, 10 zincîr û 9.700 fîşekên wê, 5 roketavêjên B7 û 22 guleyên wê, 47 bombeyên destan, 3 mayînên bi dest hatine çekirin, 14 rext, rexteke çalakvanekî xwekuj, 5 bêtel û 3 telefon ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatine desteserkirin."
YPG'ê da zanîn ku şervanên wan li gundê Alîşarê yê li rojhilatê Kobanê çalakiyek li dar xistine û ragihand ku di encamê de wesayîteke leşkerî tevî çeteyên tê de hatiye rûxandin, lê belê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelakirin.
Li Hesekê 2 çete hatin kuştin
YPG'ê di daxuyaniyê debehsa şerê pêr li gundên Um Eldibis û Um Elkibir ên ser bi Hesekê jî kir. Li gorî daxuyaniyê, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê 2 êrîşên cuda hatin kirin: "Hêzên me agahî girtin ku komeke çete di malekê de amedekariya êrîşê dikin û avetin ser wê malê. Piştî şerekî demkurt koma çete neçar ma bireve. Li vir 2 endamên çete hatine kuştin, 3 çete jî hatin birîndarkirin. Hêzên me bi şiklekî hemwext 2 wesayîtên ku di navbera her du gundan de di nava tevgerî de bûn hedef girtin. Di êrîşê de her du wesayît hatin derbkirin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatin zelalkirin."
QAMIŞLO