Ev mehek e Kobanê ya ku ji çar hêlan ve hatiye dorpêçkirin, li hember êrîşên hovên  serdema nûjen li ber xwe dide. Wer xuya ye; ku ev berxwedan wê him ji bo Kurdan him jî bona herêmê gelek pêşketinên nû yên siyasî û civakî bi xwe re bîne. Îro êdî bi pratîkî ji hêla civakî, siyasî, aborî û leşkerî ve ji bo xelkî Kurd pêşiya statûyekî siyasî nema bê girtin jî, diyar e ku ne hêzên navdewletî ne jî yên herêmî ji vê yekê re amade ne. Mirov dikare bêje; li hember rastiya civakî ya herêmî berxewdaneke kevneperst û statûkoparêz li dar e. Pirr aşkereye ku, ji bo guhertina statûkoya xitimî tu derman di dest û piyên rejîmên heyî de tune ye, gişt ji binî ve hilweşiyane. Li gel vê yekê dewletên serdest ên rojavayî bi plan û projeyên xwe ve mijûl in. Ew li ser vê xitimandina siyaseta herêmê, bi dirêjkirina kaosê, tenê dixwazin bona siberoja xwe kaniyên enerjiyê mîsoger bikin. Meseleya desthilatdaran ne meseleyeke mirovî ye.

Ji ber vê yekê jî, Kobanê bi serê xwe, bi vîn û dilê xwe, bi tenê li ber xwe dide; him li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê, him li hember hewldana fetisandinê ya dewleta Tirk, him jî li hember bêwijdaniya cîhanê...
Cîhan ewqas xemsar be jî Kurd li hember vê hovîtiyê xwedî sebir nînin. Agirê Kobanê bi Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê jî ket. Kurdên her çar parçeyên welêt û yên li seranserê cîhanê bi yek dilî bona Kobanê rabûn ser piya. Lê wekî her caran dewleta Tirk ev qêrîna Kurdan jî bi qetlîamê bersivand. Polîs û leşkerên dewletê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi çeqelên xwe yên nijadperest û li Bakur jî bi destê Hîzbûlkontrayan (bi navê veşartî HûdaPar) hovîtiya DAÎŞ’ê ya li Kobanê silav kir û bi piranî ciwanên Kurd ên welatparêz, bi giştî 35 kes hatin kuştin. Tabloyê ku derket holê nîşan dide ku dewleta Tirk û hikûmeta wê kîjan polîtîkayê bipêş bixin jî otorîte û bandora xwe ya siyasî li ser Kurdan her roj hê zêdetir wenda dike. Ne tenê li Bakur, herwiha Kurdên Rojavayî jî êdî dîrekt bi polîtîkaya dewleta Tirk a dijkurd re rû bi rû ne.
Tirkiye dixwaze pergala demokratîk a li her sê kantonên Rojava him bi hêza xwe ya leşkerî him jî bi destê DAÎŞ’ê bifetisîne. Wekî tê zanîn; di meha Hezîranê de li Başûr jî li hember êrîşên DAÎŞ’ê dewleta Tirk bêdeng mabû û tu alîkarî nedabû Kurdan. Xelkê me yê Başûrî jî êdî bi vê dijminatiyê ve hesiya ye. Êdî ne sirek e, ku dîplomasiya Tirk a li Rojhilata Navîn tenê li ser têkbirina vîn û destketiyên Kurdan tê meşandin. Hewldana fetisandina berxwedana Kobanê û daxuyaniyên berdevkên dewlet û hikûmeta Tirk ev dijminatî careke din û bi awayekî pirr zelal raxist ber çavan. Li hember vê yekê, li Rojhilat jî Kurd ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê rabûn ser piya. Li bajarên Serdeşt, Bokan, Ciwanro, Merîwan, Pîranşar û Mehabad ên Rojhilatê Kurdistanê û li Tebrîz û Tehranê Kurd bi hezaran rijiyan kolanan.
Him civaka Kurd him jî siyaseta Kurdî diguhere. Îro ne tenê Koma Civakên Kurdistan (KCK), partî û rêxistinên Kurd ên xwedî bandor yên mîna Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) jî helwestên xwe yên li hember polîtîkayên Tirkiyeyê di ber çavan re derbas dikin. Pêşketinên siyasî êdî tenê bi qutbûna psîkolojîk a civakî nayê îzahkirin. Siyaseta Kurdî bi giştî him di têkîliyên navxweyî him jî siyasetên xwe yên bi Tirkiyeyê re dikevin serdemeke nû. Partî û rêxistinên Kurdî her ku diçe nêzikî hev dibin, hê bêtir xwe hewcedarê hev dibînin û siyaseta Kurdistanî pêş dikeve. Li gel vê yekê di polîtîkayên xwe yên bi dewleta Tirk re de êdî bi hişyarî tevdigerin û ne pirr zelal be jî, nîşaneyên helwesta serbixwe ji siyaseta dewleta Tirk didin. Berxwedana Kobanê hişê Kurdan tîne serî. Him Kurdan û siyasetên Kurdî nêzikî hev dike him jî pêşiya siyaseta serbixwe ya Kurdî vedike.