Piştî rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ´ê ku di 26´ê çileyê de pêk hat, Ekîba paqijkirina mayînan a girêdayî hêzên Asayîşa Kobanê dest bi paqijkirina bajêr û gundê wî ji mayînan kir. Endamên ekîbê hemleya paqijkirina mayînan li tevahiya kantonê de dan destpêkirin.

Di destpêkê de ekîb derdiket û di nava taxên ku çete jê hatin derxistin lêkolîn dikirin, dema mayîn dihatin dîtin, dihate bê bandorkirin. Lê niha ekîp ji bilî gera xwe dema ji aliyê welatiyan ve tê agahdarkirin, jî lêkolînan dike.

Heta niha ekîba ji 5 endaman 500 mayîn rakirine. Ji van mayînan 100 li derdora Girê Miştenûr û gola avê bûn, her wiha 400 mayînên din ji taxên Botana Rojava, Navenda çand û Hunerê ya Baqî Xido, Sûka zebzeyan û kolana Sîna hatin rakirin. Her wiha 12 mayîn ji gundê Menaz a li rojavayê kantonê, 4 mayîn ji gundê Helinca ya li rojhilatê kantonê û 3 mayîn ji gundê Eydiq a başûrê Kobanê hatin rakirin.

Rêxistina Elmanî ya bi navê Handy Cap serdana herêmê kir û hemleya hişyarkirina li dijî mayînan di nava welatiyan de da destpêkirin. Rêxistin der barê mijarê de kartên hişyarkirinê di nava welatiyan de belav dike.

Li gorî agahiyên ji ekîpa mayînan hatine girtin, herêmên Kobanê ku herî zêde çeteyan mayîn têde bi cih kirine ev in: ˝Taxên rojhilat û başûr, gundên Eydiq, Kurdman, Menazê, Qomçikê û Qereqozaq˝ heta niha mayîn bi temamî ji van herêman nehatine paqijkirin. Endamên ekîpa mayînan da zanîn ku ji ber alavên pêşketî yên rakirina mayînan di destê wan de nînin wan nikarîbû hemû mayînan bê bandor bikin. Ekîp bi alavên pir besît mayînan radike.


‘44 kesan jiyana xwe ji dest daye’

Li gorî agahiyên ji hêzên Asayîşa Kobanê hatine wergirtin, heta niha li tevahiya kantonê 45 kesan ji ber mayînên çeteyan jiyana xwe jidest daye. Ji van 13 kes di nava bajêr de, 31 kes li gundên Til Şeîr, Encerlîk, Qomiçê, Eydiq, Zorava, Menaz, Dogurman, Kerê Sêvê, Celebiyê, Bexdik, Mişko, Cede, Şiyûx, Dongux, xodîdank û Gulmet in. Her wiha 13 kes jî birîndar bûne.


Banga alîkariyê û hişyarkirin

Têkildarî mijarê Endamê Ekîpa Paqijkirina Mayînan Zemanî Zozan diyar kir ku ew li gorî tecrubeyên xwe û alavên besît ên di destê xwe de mayînan radikin û got: ˝Ji bo em cihê mayînan tesbît bikin, pêwîstiya me bi şêwirmendan û kesên di vî karî de pispor heye. Banga min li hemû rêxistinên li dijî mayînan ên navnetewî heye ku alîkariya gelê Kobanê bikin da ku ji xetera mayînan ku rojane jiyana mirovan dixe tehlûkeyê de, bi dawî bikin.˝

Zozan Zemanî bang li şêniyên Kobanê jî kir ku der barê mijarê de bi baldarî tevbigerin û dema tiştekî bi şubhet dîtin wan agahdar bikin, da ku ew jî ji aliyê xwe ve wan mayînan bê bandor bikin.