Welatiyê bi navê bi navê Qadir Oso yê ji gundê Bilik têkildarî mijarê got: ʺDewleta Tirk êrîşên xwe her tim li ser sînorê Rojava bi dijwarî pêk tîne, ji Girê spî , Kobanê , Kantona Cizîrê û Efrînê heye axa me dagir kiriye, zeviyên me di şewitîne û malên me topbaran dike.
Oso dest nîşan kir ku dewleta Tirk piştgiriya teroristên DAIŞʹê dike û wiha dom kir: ʺBela baş bizanin ku welatiyên ware xwe bi xwîne parastine dê li hember hemû cûreyên êrîşan li ber xwe bidin û biserkevin.
Bila Erdogan baş zanibe
Welatiya bi navê Zelîxa Mihemed jî li ser mijarê axivî û got: “Dewleta Tirk her tim çeteyên DAIŞ`ê bi çek dike û dişînê Rojava-Bakurê Sûriyê û sîyaseta xwe ya qirêj li ser Kurdan dimeşîne. Beriya demekê ev siyasetên xwe li ser kantona Kobanê dane meşandin û niha jî dixwazin heman êrîşan li ser Efrînê pêk bînin. Bila Erdogan baş bizane ku tiştekî wî li gel me nîne, em ê bi hemû hêza xwe bersiva êrîşên wan bidin. Em jî li pişt Efrîn û Şehbayê ne.ʺ
Ji hêza Kurdan ditirsin
Welatiyê bi navê Bergel Şêxo yê ji gundê Gewrika Kêtikan sîyaseta Erdogan şermezar kir û got: “Ev sîyasta talan kirin ,qir kirin ,kuştin û dagirkerkirinî em şermezadikin, êrîşên ku li ser kantona Efrînê tên kirin û şewtandin dar û zeviyên wan tê wateya ku dewleta Tirk ji hêz Kurdan ditirse.ʺ
Şêxo destnîşan kir ku Kobanê ne bi tenê ye û wê bi hemû hêza xwe piştgiriya berxwedana Efrînê bikin.
KOBANÊ