Di pêşangehê de rêza wêneyên wî yên bi navê “Kobanê” cihekî fireh digire. Di wêneyên Kai Wiedenhoefer de rastî bi tevahiya êş û hişkiya xwe cih ji estetîkê re nahêle, lê tesîreke mezin dike li ser mirovan û ya rastî dikin ku mirov wan weke bangeke vegera li aştiyê bixwîne. 

Di pêşangehê de rêza wêneyan “40 ji milyonekê” tên nîşandan. Di vir de portreyên zarok, kal, dê û bav ên ku birîndar bûne, seqet mane bi awayekî klasîk tên nîşandan û ji wan a ku bi mirov re dipeyive şidete rût û tazî ye. Ev pêşandana wêneya wê heta 25´ê Îlonê wê li herkesî vekirî be. 


 BERLÎN