Zêdetirî 50 rojin Kobanê berxwe dide, berxwedana keç û xortên leheng yên Kurdan neba li Kobanê, cîhan ew qasî bi heybet ranedibû ser piyan. Çima cîhan ji bo Kobanê rabû ser piyan? Dibe ku bersiva vê pirsê gelek lêkolîneke pir alî û kûr bixwaze, lê bi çend hevokên sade mirov dikare bi bersivîne.
Çi qasî rêxistinên alternatîf di asta navnetewî û di hin welatan de hebûn lê piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyeta berê şikestin û bi xwe bê bawer bûn, kestin bin êrşeke bê perwa a hegemoniya cihanê û pir kesên navdar jî cara mirina îdolojî kirin, rêxistinên çep û alternatîf bi xwe jî ketin bin bandora van komên pûç a Liberalîzmê, ji ber ku ji sinorê kilasîk a netew-dewlet dernediketin, ji bo pirsgirêkên dîrokî û rojaneyî ti çareserî neanîn. Di asta trajediyên mirovahî û komkujiyan de ti deng ji wan dernediket, her yek ji wan dilopek bû, lê ji bo ku bibe rûbareke û biherike, zûhabûnê di rih û mêjiya mirovahî de av bide diviyabû bûyerên dîrokî hebin, diviyabû meteforeke hebe ku wan hemû kom bike. Îro Kobanê tam ew metefora navnetewî ye ku cîhanê anî cem hev, jiyan bi ber rihên zûhabûyî û mirî de kir. Çewa şoreşa zadiya gelê Kurd miriyan rakir ser piyan û niha bûn milyonan û îro di berxwedana Kobanê de îfadeya wî herî ber biçav e. Heman Kobanê di asta cîhanê de heman rol dilîze, Kobanê têgîna hêz ser û bin kir, hêz a kû timî li arteşên dewletan de dihat dîtin,lehengên Kobanê îro berovajî îspatkir, hêla bawerî û îrade mirovan rola kilîd dilîzê, bawerî bi jîyana bi hev re, bi jiyan wekhev bawerî bi xwe.
Niha Çep, Anarşist, Femînîst û jinan bi giştî, Soyalist, bindest, gelên bê statû mîna miriyên ser piyan bûn, ji bo Kobanê zîndîbûn, daketin qadan, slogan avêtin, stran gotin, qîriyan, ev hem bo xwe û hem bo Kobanê qîriyan, ji çîyapas heya Afganistanê, ji Bengiladîş heya bilbao , ji Latîn Emerika heya Almanya ji Skendenavîya heya Îtalîya, ji Efrika heya Rûsîya û Japon û li hemû deverên Kurdistanê bi taybet Sine û Mehabad li sedan navendên Cîhanê 1 Mijdarê tenê tiştêk hebû li ser werê axaftin ew jî Kobanê bû. Kobanê bi taybet ji bo jinan hêvîyeke nû ye, jinên Efganistan di bin burka û bi rûyên girtî dema slogan davêjin peyamên wan ji bo hemû cihanê ye kû ew jî bi jinên Kobanê re ne, ji ber kû jinên Afganistanê azadî xwe di lûleya tifengên jinên YPJ de dibînin ji bo wê jî wêneya wan radiken û ji bo wan diqîrin. Qîrîna jinên Afganistanê di bin bandora sistema û civakêkî kû deng bilind kirin, xwe îfadekirin weke şoreşek tê dîtin. Lê a herî balkêş ew bû ji yek welatêk Araban deng dernekt, ew bi xwe nava bandora netew-dewleta nasyonalist a arab de xeniqîne û bûna çavkanîya avdayîna terora DAÎŞê, ji wê balkêştir nava hemû welatên "Arab" a Bakurê Efrîka de Amazîxî ji bo Kobanê rabûn ser pîyan, ew di Kobanê de azadîya xwe dibînin û şikandina neteweperestîya Arab û ji formeke nû a bihevre jîyanê dibînin. Kobanê ji bo wata dayîna Bihara gelan destpêkeke nû ye, ji ber kû Kobanê ne tenê Kurdistanê û Rojhilata navîn lê ji bo Cîhanê bû bihara Gelan.