Kobanê Stalîngrada herêmê ye
Rojnamevanê rojnameya Evrenselê Yûcel Ozdemîr bal kişand ser şerê cîhayê yê duyemîn û got: "Stalingrad ev e ku faşîzma Hîtlerî tevahiya artêşên xwe komê wê derê kir, lê nekarî encamê bigire û têk çû. Ya rastî jî îro rewşa Kobanê û ya Stalîngrada 1943 an pir dişibe hevdu. Weke eniyeke gelan li pêş çeteyan û hêzên dagirker disekine, eger bi serbikeve wê tevahiya herêmê ji wan bê paqijkirin. Kobanê wê bibe Stalîngrada Rojhelata Navîn, serketina Kurdan wê rê li ber gelek geşedanan veke. Divêt em bêtir têbikoşin, rûyên van dewletên ku DAÎŞ û terorên din afirandine û îro jî dûrûtî dikin, derxînine holê. Niha hevkariyeke mirovî jî bi me re nakin, alîkariya hûmanîterî jî nakin. Emê bêtir madî, manewî alîkariya hevdu bikin. Gava Kobanê bi serkeve, emê jî wek hêzên şoreşger li riya xwe berdewam bikin."
Rola Stalîngrada dîrokî
Siyasetmedarê Partîzan Ferhat Firat jî diyarkir ku hêzên Hîtler di hezîrana sala 1941 an de bi êrîşa ku navê ‚Brûskê‘ lê kiribûn, ji nişke ve avêt ser Yekîtiya Sovyetê; dixwestin wek Ewropa wê derê jî bidest bixin, Fransa di hefteyekê de radest bûbû. Lê nekarîn û nedikarîn jî. Firat wiha got: "DAÎŞ hêzeke mirovxwur e, gel dizane wê çi bê serê wan. Kobanê jî ne bi tenê ye. Li sovyetê 20 mîlyon mirov hatin qetilkirin, eger ne sovyet bûya niha Ewropa di bin tarîtiya Hîtlerî de bû. Eger niha ev demokrasiya burjuva heye, ev jiyana bilind û rehet heye, vêna deydarên Stalîngradê ne. Stalîngrad di têkçûna Hîtlerî de nuqteyeke dîrokî ye, pir girîng e. Di navbera wê û Kobanê de têkiliyeke hevbeş heye; Kobanê li hember DAÎŞ ê ku şerek giran dike. Tekane hêza berxwedêr ya li herêmê PYD û PKK ê ne. Terorê didin sekinandin, rola Stalîngradê ya dîrokî dilîzin. Ji ber wê ye ku divêt ji aliyê her kesên ku ji xwe re dibêjin em şoreşger in, em mirov in ve bête destekirin.
Kobanê Stalîngrada gelan e
Siyasetmedarê Die Lînke Hakan Daş bal kişand ser gelek mînakên ku şerê Kobanê û Stalêîngradê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek xalên wekhev di navbera Kobanê û Stalîngradê de hene. Li Stalîngradê jî Hîtlerî dixwest gelan di komkujiyê re derbas bike û li Kobanê jî hêzên terrorîst vê dixwazin. Niha bi awayekî sîstematîk êzîdî, mesîhî, suryanî û gelên din ji holê tên rakirin. Tirkiye, Katar û Saudî di nav vê hevkariya qirêj de ne. Niha plan dikin ku milyon û nîv penaber bigirin, ev ji bo çi ye? Ji bo valakirina herêmê ye, piştre jî wê herêma tampon çêkin. Durûtî dikin, wezîra karên derve ya Almanya çû Hewlêrê, behsa Rojava nekirin, ew hizra ku çawa çek bidin pêşmergeyan û ji bo xwe bidine şerkirinê dikin; ji bo teror li wir bi sînor bibe, neyê Almanya, neyê Fransa, Brîtanya û DYA yê. Dixwazin û dibêjin bila hinekên din terorê tune bikin."
Kobanê rûmeta Kurdan li cîhanê bilind dike
Dîroknasê Kurd Dr. Gundî Dilberz jî destnîşan kir ku şerê li Kobanê wê navê Kurdan li cîhanê bide qebûl kirin û wiha got: "Hîtler di tu eniyan de hinde dijwarî nedît, heta li pêş Stalîngradê ku niha navê wê Volvograd lêkirine. Jin, mêr karker û gundî bi tevahiya gelên sovyetê biryar girtin ku dijmin derbas nebe. Sikak, kolan, mal û karxane tev de bûn qada şer, tev de bûn çeper û enî, dijmin li wir şikest. Ji wir şûnde bû sîmbola şoreşgeran, generalên wan jî radest bûn. Bêtirî du milyon mirov mirin, 300 hezar ji artêşa Hîtlerî hatin kuştin. Gava şoreşgerên Kobanê û rojava ev gotin bilêv dikin, tê wê maneyê ku dê Kobanê jî şerekî bi wî rengî bike; sikak, mal û karistan tev de bibin çeperên şerî. Sovyet dewlet bû, Kurd ne dewlet in, lê hêzeke mezin a Kurdan heye; gelekî bi tevahî li ber xwe dide. Ev vîneke bêhempa ye. Ev Kobanê wê rê li ber Kurdistanê veke. Wê rûmeta Kurdan li cîhanê bilind bibe. Binêrin ev coşî, rik û hêza bilind. Ne pêkan e Kobanê bikeve. DAÎŞ wê li wir bimire, ew derbas nabin."
DAÎŞ mîna Hîtler û Naziyan e
Mischel Knapp ya Antî Faşîst jî dibêje, di sala 1943 an de faşîzma naziyan sovyetîstanê dagir kir, li Almanya Cihû û Qereçiyan qetil kiribûn, dixwestin wisa pê de biçin û bigihêne armancên xwe yên nijadperestî. Knapp wiha pê de çû: "Ya rast DAÎŞ û Nazî wek hev in; herdu jî bi tirs û terorê dimeşîn. Eger ew dem Stalîngrad biketa, wê Moskow jî biketa. Sovyetê hêzeke ji xwe pir mezintir da erdê, şikestina naziyan moraleke zexm da cîhanê û şoreşa demê. Derket holê ku gel dikarin bi vîna xwe ve dîktatoran têk bibin. Niha Kobanê jî ji 3 aliyan ve dorpêç kiriye. DAÎŞ dixwaze li Kobanê biserkeve û rûpeleke nû ji xwe re veke. Belê sovyet dewlet bû, lê hêza wê ya leşkerî li gorî Almanan pir lawaz bû, tankên wan ne bi qasî tankên almanî zexim bûn, ya rast, vîn biserket. Heta niha di her eniyê de YPG li dijî DAÎŞ ê serkeftî ye, DAÎŞ wek tehdîdeke li hember mirovahiyê ye, wisa jî gelekî dişube Hîtlerî û Rojava jî wek sovyeta demê hêvî û hêz dide mirovahiyê."
Yekîtiya gelan şert e
Siyasetmedara ji OSP Zûbeyde Bîlget jî got: " Helbet ji bo Kurdan nimuneyeke pir baş e. Niha em hemû gel û hêzên pêşverû li gel vê şoreşê ne. Divêt em jî mîna yekîtiya wê demê, yekîtiya di navbera xwe de, hêzên Kurd bi Kurd re û Kurd û Tirk ji nû ve saz bikin. Partiya me jî partiyeke Kurdan e, sosyalîst e. Helbet rewş pir dijwar e, emê pir zehmetî bibînin, lê hêviya me ji bo serkeftinê gelekî xurt e."
Stalîngrada Kurd û Emperyalîstan
Ji DIDIF´ê jî proleter Rûştû Yildirim jî got: "Stalîngrad ji bo Hîtlerî bû cihê destpêka têkçûyînê. Li fabrîk an jî karxaneyekê de li aliyekî hilberîn hebû, li aliyê din jî pevdiçûn. Parastina welatî, sekinandina dagirkerî heta dilopa xwînê ya dawiyê ye. Îro em bêtir hewcadarê hizir û hêza Stalîngradê ne. Ketina Stalîngradê ketina sovyetê bû, ketina Kobanê jî ketina Rojava ye. Kobanê wê bibe Stalîngrada Kurdan û ya emperyalîstan jî. Rewşa sovyetê jî ne hinde rewnaq bû, gel bi xwe, bi derfetên xwe ve çek û kereseyên şerî hildiberandin. Çek ne girîng e, mafdarî û vîn girîng e. Siyaset girîng e. niha tevahiya cîhanê hêzên demokrat û şoreşger dil berdane Rojava."
YEKO ARDIL/BERLIN