Di cîhana global de, ji nû de dizaynkirina cîhanê giran hat. Kobanê, despotîzmü anarşiya netew-dewletên herêmê û olîgarşiya monarşîkên Kendavê têk bir. Kobanê bû bingeha formulasyona nû ya heremê. Ev jî demokrasiya gelan e!.. Yanî demokrasiya demokratîk!?.. Di pêşketina dîrokî ya civakan de formatên despotîk, rê li ber gelek nexweşiyan vedike. Netew dewletên ku mînaka Fransa esas girtin, modela Ingilîz copy kirin, likumîn. Formulasyona lîbelazîma klasîk baş pêkneanîn û wek “dewletên kontra” derketin holê. Kontra birrek û xencera faşîzmê ye. Şerê sêyemîn yê cîhanê, (di destpêka dagirkirina Îraqê de, wek dizaynkirina nû ya herêmê hate xwendin) ji aliyê gelek kes û derdoran ve baş ne hate xwendin. Lê Ocalan pêşketin rastî xwendin û rewş, weke çerxa “volontarîst” (1) bi nav kir. Ev gotin, di heman demê de, eşkere kirina nexweşiyên desthilatdarên herêmê bû. Desthilatdarên ku hêza dewletî kirin şûrê demokles, pêşî karbidestiya civakan kuştin û karsaziya afirgerî jî saz nekirin. Bîrdoza Gandhî têk birin, gotinên H. A. Kissinger ku got: “Divê em riyeke kontrolkirina cîhana ku pêşdikevê bibînin”, li ber çavan negirtin. Ev korîtî bû û di navbera hêza herêmî û hêza gerdûnî de bûne darikê dêlkewê, çûn û hatin. Ne pirsgirêkên hundir û demokrasî çareser kirin, ne jî pêşketinên lî herêmê û cîhanê fêm kirin. Korîtiya hişmendiyê, ew birrek, çûn xwarin, hatin xwarin.
AKPe rola xwe, wek Ocalan dibêje “nerm kirin û entegrasyona netewparêziya Şîî ya Îranê û îslama radîkal ya ereban” baş ne anî cih. Bêyî ku pirsgirêkên hundir, (ya herî mezin pirsgirêka Kurd) çareser bike, serî rakir û li dijî formulasyona hêzên hegemonîk, bi selefiyan re kete nava têkiliyan. Di van hevkariyan de serxweş bû. Serxweşî giha radeya şîzofrenîk û li hundir û derve dengeyên xwe winda kirin. Êdî AKPe wek dewletê derkete pêş. Dema ku AKPe bi ideolojiya “sifir problem” dest bi kar kir, pirsgirêka sereke û bingehîn ya hundir a Kurd ji nedîtî ve hat. Ev siyaseta li ser gotinên retorîk bû, xapandin û mijulkirin bû. Serneket!.. Di pêvajoya çareseriyê de jî heman lîstikan dike. Herî dawî berdevkê desthilatdariya AKPê Bulent Arinç, (gêjelokê xwedayê gotina, “Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye”) ji bo pêvajoyê jî got, “em ne mahkum û ne jî mecburê pêvajoyê ne”. Balkêş e; ji xwe AKPe, ne xwediyê pêvajoyê ye. Sal derbas bû, AKPe, yek gav jî ne avêtiye. Eger li Tirkiyê tiştek bûbe û ber bi demokrasî û aştiyê gav hatibin avêtin jî, bi saya Tevgera Azadiya Kurd e. Erêniyên ji bo doza Kurd jî encama têkoşîna 40 salî ye. AKPe jî, bi korsanî gavan diavêje, lê kes naxape.
Gelê Kurd, dema bi pêşengiya PKKê derkete rê, du aliyên bedena Kurd girtin dest; Yek, aliyê fizîkî bû, yek aliyê kulturî... Ocalan jî, hîna di destpêka dibistana seretayî de, vê cûdatiyê dibîne û di gelek pirtûk û axaftinên xwe de tîne ziman. Dema ku dev ji Zanîngeha Siyasal berdide û dest bi Dibistana Şoreşê dike jî, rewşa xwe ya dibistana seretayî û cêdatiyê, wek mînak digire. Bi gotina Walter Benjamîn, kiryara li dibistana seretayî belgeya barbariyê û wek tehdîda tunekirinê b nav dike. Ev hişmendî bû bedena PKKê. Bi gotina Murad Karayilan, “ev hunandin di wateya siyasî de hevkarî, di ekonomî de destek, di eskerî de parastina meşrû û parastina etnîsîteya Kurd” û hindikahiyên li Kurdistanê ye.
Mînaka wê jî Kobanê û Şingal e. Koban jî, Şingal jî, bûne têkçûna dîktator, siyaseta inakrê û bûne têkbirina hêzên despotîk. Hêzên transnasyonal jî mecbur man ku xwe di binçavan re derbas bikin. Lê Bingeha yekîtiya Kurd û hervkariya bi hêzên navneteweyî re derxiste holê. Salih Muslim, di sohbetekê de got, “divê em di siyaset û dîplomasî de jêhatî û zîrek bin.” Hevseroka KCKê Besê Hozat jî dibêje; “Rojavayek ku yekîtiya xwe ya neteweyî ava kiribe, dikarê ji Bakur, Başûr û Rojhilat re bibe model û ji bo Yekîtiya Neteweyî jî dikare bibe çavkanî û kêşa navendî. Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd, 12 sal in, KNKe jî 10 sal in ji bo Yekîtiya Neteweyî di nava hewldanan de ne. Çeteyên DAIŞê rêveberên Başûrê Kurdistanê kirine nava tirseke mezin, û rastiya AKPê jî şanî wan da.
Vêce: Şerê duyemîn yê cîhanê ji bo Rojava azmuneyek mezin bû. Êdî, rê ji hêzên radîqal re nebû, faşîzm jî ezel-ebed hate mahkum kirin. Çil sal şerê azadiyê jî, ji bo Kurdan bû azmuneyeke mezin. Di bedena PKKê de, hem fizîkî hem kulturî Kurd bûne yek. Di “Bihara Gelan” de, ji sedema ku pêşeng radîqal û ant-î demokratîk bûn, hemwelatî wek mîna bira nedîtin, wek muxalif û dijber dîtin û serneketin. Lê Tevgera Azadiya Kurd, bi gotina lîderê Nahda Tunusê Raşîd Xannuşî, “bûne pan-jehra faşîzmê”, pan-jehra çeteyên DAIŞê jî “îslama demokratîk e”. Apo 20 sal in vê rastiyê diqîre. Kobanê jî bû rastiya Apo, bû demokrasiya demokratîk (!.?) û dengeyên herêmê serûbinî hevkirin.