Berxwedana Kobanê ya dîrokî bi operasyonên azadkirina gundan a bi pêşengiya YPG û YPJ’ê didome. Rola pêşengîya jinan a di têkoşîna azadiyê de careke din nîşan da ku jin bi her awayî xwedî bîr û baweriyeke mezin a berxwedêr in. 

Jinên ku bi tilîliyên xwe êrîşên DAIŞ’ê şikandin, niha jî ji bo jiyana nû xwe bi rêxistin dikin. Yek ji fermandara YPJ’ê Bêrîtan Kobanê berxwedana jinan û pêvajoya ji nûve avakirinê nirxand. Bêrîtan da zanîn ku li Kobanê bi pêşengiya şervanên jin Arîn Mîrkan, Revan, Baran, Zehra û Hebûnê berxwedaneke mezin hat nîşan dan û wiha axivî: “Em serkeftina Kobanê diyarî jinan, Rêber Apo û gelê Kurd dikin. Berxwedan û azadiya jinan bi pêşengiya Bêrîtan û Zîlanan destpê kir. Îro berxwedana li Kobanê mîrateya wan e.” Kobanê bi lêv kir ku her jina ku li Kobanê şer dike, guleya dawî ji bo xwe vediqetîne û wiha got: “Jinan xeleka çeteyên DAIŞ’ê bi tilîliyên xwe şikand. Jin li Kobanê bi vî ruhî li ber xwe didin. Me ev mîrate ji Rêbertiya xwe û rêwiyên heqîqetê girtiye. Berxwedana Kobanê, li dijî feraseta ku jinê dike kole derket holê. Ji Kurdistan û welatên cuda yên cîhanê jin tevli berxwedana Kobanê bûn.


Jin di her astê de rola xwe dilîzê

Jinên li vir li ber xwe dan û zîhniyetek tune kirin û destan nivîsîn. Berxwedana Kobanê careke din danî holê ku jin dikare di her astê de rola xwe bilîze.” Kobanê destnîşan kir ku YPJ ne tenê ji bo Kobanê, ji bo azadiya hemû jinên Rojhilata Navîn têdikoşe û wiha bi lêv kir: “Modernîteya kapitalîst her roj ji jinan parçeyekî digire. Tecawizê bedena jinan dike. Li aliyê din ê cîhanê canê jinekê biêşe, canê me jî pêre diêşe. Em bi vî awayî têdikoşin.” Kobanê da zanîn ku sekn, parastin û rêxistibûna jinan a li Kobanê didome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin rengê jiyanê ye, jin li ku be jiyan, moral û disîplîn li wir heye. Ji ber vê yekê dê avakirina Kobanê bi destên jinan çêbe. Dê akademî û malên jinan bên avakirin. Li van akademiyan ne tenê jinên ji Kobanê dê jinên Rojhilata Navîn jî perwerdeyê bibînin.”

 

'Em avakirina KJA'yê silav dikin'

Bêrîtan Kobanê destnîşan kir ku jinên ji berxwedanê re pêşengî kirine dê ji avakirina Kobanê re jî pêşengiyê bikin û wiha got: “Kobanê dê bi destên jinan bê avakirin. Li Kobanê dê têkoşîna hevpar esas bê girtin. Şerê me ji bo hemû gelan û bindestan e.” Kobanê bal kişand ser avakirina Kongreya Jinên Azad (KJA) û wiha axivî: “Ez kongreyê silav dikim. Ez hemû jinên di KJA’yê de cih digirin pîroz dikim. Wan hêz û moral da me. Em piştgiriyê didin wan.”


ROJDA KORKMAZ/ANHA/KOBANÊ