Hejmara koçberên li kampa Girê Spî zêde dibe û niha bûye 4 hezar, li gel vê yekê rêxistinên mirovî alîkariya şêniyan nakin, bi tenê Heyva Sor a Kurd xizmetê dike. Ev 4 hezar penaber li 100 konî hatine belavkirin.

Heyva Sor a Kurd 100 konên din jî vegirtin û niha hejmara konan gihiştiye 200 konî, 81 malbat di 100 konan de ne û 100 din jî hîna têne vedan.

Her wiha Heyva Sor zêdetirî 150 parên xwarinê û zêdetirî 150 betanî û sifinc li koçberan belav kirin.

Li ser mijarê hevseroka kampa Girê Spî Fadiya Şerîf got, tenê Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberan kiriye û tevî bangên alîkariyê jî rêxistinan alîkarî nedaye. Fadiya got, rojane 10 ta 15 malbatan têne kampê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberiya kampê niha binesaziya kampê ava dike, yanî av, elektrîk, kanalîzasyon û pêwîstiyên din. Li hêla din nan û mazotê jî bê pere didin koçberan.

 

EYN ÎSA