Malbata Mahlî ku hatin li taxa Vatan a navçeya Şahînbeyağ Dîlokê bi cih bûn, niha di nava zor û zahmetiyên mezin de dijîn. Malbata ku 8 zarokên wan hene di xaniyê ode û salonekêde dijîn û nikarin xaniyê xwe germ bikin. Ji malbata Mahlî Dayika bi navê Fatma Îbrahim Mahlî (39) diyar kir ku ji ber şerê li Sûriyeyê ji Kobaniyê koçî Dîlokê kirin û wiha got: "Em li Kobanî di nava şert û mercên xerab de diman. Lê piştî ku me koç kir û em hatin vir, şert û mercên me hêj xerabtir bûn. Em niha debara xwe pir bi zahmetî derbas dikin. Em ji ber zilmê ji Surî reviyan vir. Li wir bombe li ser me diyariyan. Me mal û milkê xwe terk kir û em reviyan Dîlokê."


Kes alîkariyê nade

Mahlî, anî ziman ku li vir kes nabe alîkarê wan û muhtacê her tiştî ne. Mahli, ani ziman ku 8 zarokên wê hene û wiha got: "Zarokên min dev li Kobanê diçûn dibistanê. Niha hemûyan dibistana xwe terk kirine. Niha li vir cihê ku em lê bistirin tune. Em di xaniyekî yek ode û yek salon de dijîn. Em li gel zarokên xwe 10 kes li vir dijîn. Ne xwarin, ne erzaq û ne jî sotemenî neye ku em xwe pê germ bikin. Nivînên me jî tune. Em xwe di bin bataniyan de germ dikin.
Mahli, destnîşan kir ku 5 meh berê hatin Dîlokê û niha di xaniyê xirbe de dimîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li vir perîşan bûn. Xaniyê me dilop dike. Em gelek çaran birçî dimînin. Zivistan li pêş me ye. Emê çawa xwe germ bikin em nizanin. Kes alîkariyê nade me. Hin caran çîran destê alîkariyê dirêjî me dikin. Em ji rayedaran dixwazin ku alîkariyê bidin me. Kes nayê halê me jî napirse. 

DÎHA/DÎLOK