Êrîşên artêşa  Tirk a dagirker û çeteyên ên li ser herêmên Şehbayê didomin, ji ber van êrîşên şêniyên wan herêman koçî Kantona Efrînê dikin, hin ji wan derbasî bajarê Babê dibin, hin jî derbasî Bakurê Kurdistanê dibin.

Li aliyekî din jî şêniyên herêmên di destê çeteyên DAIŞ′ê de jî koçî Kantonê dikin. Jinên ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê ji warên xwe koç kirine gotin ku çeteyan gelek zilm û zordarî li wan dikirin, destûr nedidan ku ji malên xwe derkevin û cilên reş li  ser wan ferz dikirin.

Koçberan dane zanîn ku çeteyên DAIŞ′ê û artêşa Tirk a dagirker malên wan wêran û kavil dikin. Hêzên asayîşa Kantonê jî koçberan pêşwazî dikin, alîkariya wan dikin û wan digihînin cihên bi ewle.

Berpirsê deriyê rojhilat ê ketina Kantona Efrînê Aydin Cûdî destnîşan kir ku wan hezar û 500 koçberên ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ′ê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên Reqqa, Zêrezorê, herêmên Şehbayê, gundewarên Babê û Mûsilê koçber bûne, pêşwazî kirin.

Li Kantona Efrînê ji 25′ê gulanê ve, koçberên ji hemû herêmên Sûriyê, têne pêşwazîkirin.  


EFRÎN