“KODAR: Ne statuko ne jî destwerdana derve
Kurd bi pêşengiya guherîn û veguherîna herêmê, li dijî polîtîkayên ku gelan bi hev bidin şer kirin, cengaweriya demokrasiyê û azadiyê dikin, li Îranê û herêmê dibine vîn û hêza şoreşger-demokratîk.”
Hevserokê Pergala Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fuat Berîtan got, ew wekî KODAR´ê ne helwêsta rejîma Îranê ya heyî ne jî destwerdana ji derve qebûl dikin û di siyasetê de îşaret bi rêya sêyemîn kir.
Hevserokê KODAR´ê Fuat Berîtan, krîza Îranê, şerê di navbeyna Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de û qewimînên siyasî li Rojhilata Navîn nirxand. Hevserokê KODAR’ê bersiv da pirsên ANF’ê.
KODAR çima bi israr qewimînên li Rojhilata Navîn bi rengê Şerê Cihanê yê Sêyan bi nav dike? Nîşaneyên vê çi ne?
Şerê Cihanê yê Sêyan şerê parvekirin û danîna nexşeyan e. Di vî şerî de çi Ewrûpa çi Emerîka, li gel nakokiyên xwe jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Ev hêz dixwazin pergalê biparêzin, ku hewce bike jî biguherin. Armanc ne ew e ku ji krîzê re çareseriyê bibînin ku ev krîz a sermiyana kapîtalîzma hevçax e.
Şerê Cihanê yê Sêyan bi têkçûna Komarên Sosyalîst ên Sovyetan dest pê kir, bi Şerê Kendavê dewam kir. Bi şerê Îran, Iraq û Efxanistanê re kûrtir bû. Şoreşên gel ên Misir, Tûnis, Lîbyayê jî ti çareserî neanîn, ji ber sedema ku alternatîfeke demokratîk a ku xwe disipêre gel, dernekete hole.
Heke ev Şerê Cihanê yê Sêyan e, encam wê çawa be? Şerê di navbera Emerîka û Îranê de wê çawa be?
Heta ku sermiyana global ji vê kaosê dernekeve û çareseriyê nebîne, ne pêkan e ku mirov bibêje wê pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bibe. Ev ji bo krîza Sûriyê û Îranê jî wiha ye. Şerekî leşkerî yê Emerîkayê ya li dijî Îran û Esad ne taktîk lê weke stratejiyekê tê dîtin. Ev jî krîzê girantir dike. Heke hêzên cihanî û hêzên serwer ên herêmê hewl bidin ku dewletên li ser hiqûqê ava bikin, ev dikare krîzê hinekî nerm bike.
Wiha xuya dike ku dixwaze vê li ser Îranê û welatê din ên di nav krîzê de, pêk bîne. Heke ji daxwazên Emerîkayê re nebe bersiv dibe ku bi Îranê re bikeve nav şerekî. Wiha bi vekirina qadeke şer dikare vê heta rewşa çareseriyê derkeve holê bidomîne. Emerîka bi guhertina Îranê dixwaze Rojhilata Navîn dîzayn bike. Guherîna rewşa berdest ji bo DYE’yê girîng e.
Rewşa Îranê wê ber bi kû ve biçe?
Li Îrane pevçûn û têkiliya navxwe pêkhateyên nû yên siyasî bi xwe re anî. Îro li Îranê desthilat û hêz di dest dewleta paralel de ye. Ev dewleta paralel her wiha di warê siyasî, aborî, dîplomatîk de jî hewl dide rêxistiniya xwe bike û dewleta Rûhanî asteng bike, pêşî lê bigire. Heke hewce bike jî armanc dike ku hemû hêzê bi dest ve bîne. Di rewşa berdest de ji bo dewleta paralel, rêbaza herî baş ew e ku dewleta Rûhanî bi dest bixe, siyaseta paralel xurt bike û berjewendiya xwe ya demkurt û demdirêj pêk bîne.
Îran di têkiliyên hundir û derve de çi dike?
Rêyek heye ku Komara Îslamî bişopîne, dixwaze bi hikûmetên cîran re ji bo ku demekê bi dest bixe peymaneke taktîkî deyne. Bi vê dixwaze temenê xwe dirêj bike. Em wiha dinihêrin. Ji bo demeke kurt dikare serketinekê bîne lê ji bo demeke dirêj ne rêyeke bi aqil e û ti çareseriyeke siyasî jê dernakeve, berovajî wê krîza pergalê wê girantir bike.
Kurd di kû dera vê lîstikê de ne, an jî wê li kû derê bin?
Modêl û stratejiya ku Kurd temsîla wê dikin ji yên din pir cudatir e. Gelên herêmê êdî naxwazin pirsgirêkên heyî berdewam bin. Modêleke demokratîk dixwazin. Bi vê bi guherîneke radîkal dixwazin ji krîzê derkevin. Kurd bi pêşengiya guherîn û veguherîna herêmê, li dijî polîtîkayên ku gelan bi hev bidin şer kirin, cengaweriya demokrasiyê û azadiyê dikin, li Îranê û herêmê dibine vîn û hêza şoreşger-demokratîk.
Kurd faktoreke girîng a guherîna demokratîk in. Em ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê û bi taybetî ji bo ku ji Şerê Cîhanê yê Sêyêm re bibin bersiv hêzeke mezin a potansiyel in. Em KODAR li ser çareseriya bi çarçoveya demokratîk rawestiyabûn. Me KODAR’ê bi vê çarçoweyê nexşerêya çareseriya demokratîk bi raya giştî re par ve kir. Komara Îslamî bi nêzîkatiya xwe ya berê nîşan da ku ew ne tenê ne alîgirê çareseriya demokatîk e, lê her wiha ku fersendeke biçûk bikeve dest wê hewl bide hemû hêzên demokrasîxwaz tine bike. Ev nêzîkatî tiştekî baş ji bo Îranê nayîne. Bi vê çarçoveyê em KODAR û PJAK bi xwendineke rast a li ser cîhanê me projeya demokratîk ava kir û vîn û baweriya çareserbûna pirsgirêkên Îranê nîşan da.
KODAR bi giştî çi dixwaze?
KODAR dibîne ku tenê bi helwêsteke nerazî, rewşa Îranê wê neguhere û bi asoyeke nû ya siyasî re xwe datîne hole. Divê her kes bersiva vê pirsê bide; rêyeke demokratîk tê xwestin yan destwerdaneke ji derve? Tê xwestin ku rewşeke mîna ya Sûriyê were avakirin yan çareseriyeke demokratîk a bi aqilekî siyasî? Weke ku beriya niha me gotî, em ne vê helwêsta heyî ya Komara Îslamî qebûl dikin û ne jî destwerdaneke ji derve. Li gorî me Îran ne neçar e ku di nav van du vebijêrkan de bimîne. KODAR û gelek hêzên pêşverû û alîgirê guherînê, rêyekê dişopînin. Rê û tevdîra ku em behsa wê dikin, rêya sêyemîn e. ANF/QENDÎL