Heyeta KNK’e ji projeya yekîtiya neteweyî çû serdana KODAR’ê. Piştî hevdîtinê Hevserokê PJAK’ê Siyamend Maunî, got : “Em amade ne hem di warê siyasî hem jî di warê pratîkî piştgiriya vê xebatê bikin.” 

Kongreya Neteweyî a Kurdistan (KNK) di çarçoveya hevdîtinên ji bo plotformeke hevbeş a Kongreya Neteweyî, serdanên xwe yên ligel partiyên Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. KNK doh çû serdana Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilat (KODAR). Di hevdîtana ku hevserok û endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û Kongreya Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) jî amade bûn.

Heyeta KNK’ê ya bi pêşengiya alîkarê hevserokatiya KNK’ê Tahir Kemalîzade, Endamê Konseya KNK’e Dr. Kamûran Berwarî ji hêla Endamê Konseya Rêvêber a KODAR’ê Mazlûm Heften, Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moûnî, Endamê Konseya Rêveber a KJAR’ê Gulan Fehim, Endamên Konseya PJAK’ê Şerwîn Mazlûm û Evîn Necdet ve hatin pêşvazîkirin.

Piştî hevdînê endamên KNK û KODAR’e daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da. Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moûnî, spasiya KNK’ê kir û got, “Em vê serdanê û vê xebatê pirr giranbuha dibînin. Divê partiyên her çar parçê Kurdistanê jî beriya berjewendiyê xwe yên şexsî, berjewendiyên Kurdistanê derxin pêş. Em jî weke KODAR, PJAK û KJAR amade ne ku hem di warê siyasî, hem jî di warê pratîk de piştgiriya KNK´ê bikin.”

KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî, stratejiya neteweyî û kongra neteweyî were nîqaşkirin, 12’ê Hezîranê banga platformeke hevbeş kiribû. KNK doh jî ligel 3 partiyên Komala rûniştibû. 


 ANF / SILÊMANÎ