Komeleya Azadî û Demokrasiyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi peyamek nivîskî ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê û malbatên çar kasibkaran ên ku dibin aşûtê de jiyana xwe ji dest dabûn, sersaxî xwest.
KODAR’ê di dewama peyama xwe de got; “ Çar kasibkarên ji ber aşûtê jiyana xwe ji dest dan, ev yek ji bo civaka Kurdistanê me xemgîniyek mezin e. Em êşa malbatên 4 çar kasibkaran parve dikin. Ev bûyerek bi êş û giran e. Krîza aborî, şert û mercên jiyanê ya giran li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî li bajarên ser sînor, bûye sedem hejmarek ji welatiyên Kurd, her roja diçe bibin qurbanî.” KODAR’ê diyar kir ku kasibkarên Kurdistanê îradeya kesayeta ku xwe teslîmî dijmin nekirine nîşan dide û got: “Bi canê xwe parastina rûmet û şerefa xwe û civaka xwe dikin. Em dubare ji bo malbatên kasibkarên jiyana xwe ji dest dane, gelê Rojhilatê Kurdistanê, civaka karker û hemû qurbaniyan re sersaxî dixwazin û êşa wan parve dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN