KODAR’ê ji ber rabûna lehiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bû sedema mirina bi dehan welatiyan, sersaxî ji gelê Kurd û Azerî re xwest. 

Di çend rojên buhirî de li parêzgeha Sine û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê lehî rabû, bi dehan welatiyên sivîl ên li ber lehiyê çûn, jiyana xwe ji dest da. Komelga Demokrasî û Azadiya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi vê boneyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û sersaxî ji gelê Kurd û Azerî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re xwest.

Daxuyaniya KODAR’ê wiha destpê dike: “Di rojên buhirî de ji ber ku hinek welatiyên Kurd û Azerî li parêzgehên Sine û Urmiye ketinbûn ber lehiyê, hemû kesên azadîxwaz  xemgîn in. Di rojên destpêkê de dibe bûyer û karesateke xwezayî be, lê  ev jî bê xemî û xweveşartina li pişt bûyerê ye. Dewleta Îranê, wek  hinek welatên kapîtalîst ên navneteweyî siyaseta dijî xwezayê dişopîne. Xirab bikaranîna xwezayê û wêrankirina xwezayê dewam dike.”

KODAR’ê di dawiyê de got, “Em wek KODAR´ê sersaxiyê ji malbatên welatiyên Kurd û Azerî yên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayî re dixwazin. Her wiha bang li xwezaparêz û rêxistinên parastina xwezayê dikin ku li hemberî vê wêrankeriyê derkevin û helwestên xwe yên mirovî nîşan bidin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN