Lîstika şanoyê berhema hevpar a derhêner a kurd-rojhilatê prûsyayî Bêrîvan Kaya û metna Rashid Novaire ê hollandî ye. Lîstik li ser xerîbbûnê û nîjadperestiya potansiyel di civakê de ye. Sernavê lîstikê “ka bibêje ku em li vir ne li male xwe ne” balê dikişîne ser rewşa ku bavekî kurd ji ber pirsên dijwar ên kurê xwe yên dijwar dixwaze xwe biparêze. Heman bav, balê dikşîne ser hebûna mirovên li Elmanya ji dayikbûyî, li Elmanyayê mezinbûyî û lê dijîn, û xwe li malê his nakin.

Lîstik bi dînamîkeke bi lez di nava bibîranîn û henekên xwe bi xwe kirinê de diçe û tê. Nivîskarê ciwan ê bi navê Aydin beriya ku li ser mijara “nasnameya orjînal” karekî akademîk bike diçe serdana bavê xwe yê kurd û dapîra xwe ya elman a li strageha kal-pîran. Ev lêkolîna malbatî dike ku Aydin bigihêje sînorê tişta dikare xwe lê ragire. Bi giştî hestên nakokane li ser dikê lîstikvanê sereke dipêçin. Şanoyeke serketî behsa mijareke kêm destpêbûyî dike, bi metna “kok” ya Rashid Novaire û derhenêriya Bêrîvan Kaya.

 NAVENDA NÛÇEYAN