Zarokên Amedê ji bo debara xwe bikin û çand û wêjeya Kurdî biparêzin serî li rê û rêbazên balkêş didin. Yek ji zarokên Amedê yê pola 7'an a dibistana seretayî dixwîne Huseyîn Adam ê 14 salî ye. Adam, ku rewşa malbata wan nebaş e, hem ji bo debara malbata xwe bike û hem jî ji bo wêjeyê biparêze rêbazek cuda bikar tîne. Adam, li aliyekî li erbanê dixe û li aliyê din li ber dengê erbanê qeside û beytan dixwîne û tax bi tax, kolan bi kolan digere. Adam 2 sal berê fêrî erbanê bû û dest bi karê gera kolan û taxan kiriye. Adam hem bi çavê pişeyî û parastina wêjeyê li karê xwe dinere û hem jî wekî çavkaniya debarê nêzîk dibe. Adam, anî ziman ku dema biçûk bû baldarî û meraqek wî ya gelek mezin li ser erbanê û qezîda hebû û wiha got: "Min di biçûkantiya xwe de pir dixwez ez li erbanê bixin. Pir zêde bala min dikişand û dengê wê gelek bi xweşiya min dihat. Min dema dest bi lêdana erbanê kir, min eşqek mezin jê digirt. Niha ez fêr bûme û ez bi evînek mezin lê didim. Dema ku ez li erbanê didim jî li gel dengê erbanê qezîde û beydan jî dixwînim."
Adam, destnîşan kir ku kalê wî bandorek li ser wî çêkir û wiha axivî: "Kalê min her tim bi erbanê ji me re kilam, beyt, qasîde û îlahî digot. Min jî biryara xwe da ku ez vê çanda kalê xwe li ser piyan bihêlin û bidim jiyandin. Min got rojekê kalê min biçe ser dilovaniye xwe jî ez dê vê çandê bidim jiyandin û li kolan û taxan belav bikim. Niha ez vê çand û pîşeya kalikê xwe bi ruh dikim û ez her tim bi vî karî wî bibir tînim. Her wiha dema ku ez bi dengê defê stranên şoreşgerî dibêjim ez bêtir kêfxweş dibim."
DÎHA/AMED