Bi komunê xebatên hunerî


Komuna Jinan a ku navê xwe ji berxwedana Geziyê û ji tevgêra komun a dîrokê digirin, ji 8 Adarê ve xebatên xwe dimeşîne. Jinên ku xebatên çand û hunerê wek koma erbaneyê, koraya jinê dimeşîne, xebatên taxan jî li dar dixin. Jinên ku li kolanan bi jinan re tên cem hev xebatên polîtîk jî bi panelên ku gel agahdar dike û atolyeye xwendinê jî pêk tînin. Ji mamosteyan heta jinên malê, ji parêzeran heta kedkarên fabrîkayên gelek jin di nav vê Komuna jinan de cihê xwe digirin. Jin li aliyekî jî ji bo butçeya xebatên xwe jî komuna ava kirin. Berdevka Komuna Jinê Semra Aslan anî ziman ku ew li hemberî bûyerên civakî derdikevin kolanan û weha dewam kir: “Hêza jinê ya ku tişta pêk bînê heye. Me ev yek li berxwedana Gezi jî, li pratîkên xwe yê berê jî dît. Dîsa me bi jinên Kurd ên niha şer dikin jî dît.”




Jinên li hemberî faşîzmê

Aslan diyar kir ku wan navê xwe ji komuna ku li Geziyê ava bûye sitandine û wiha got: “Jinên ku dibêjin em li hemberî faşizmê ne û yê ku dibêjîn em dikarin bi hev re pirsgirêkan hemûyan çareser bikin di nav Komuna Jinê de cih digirin. Ev cihê van jinên ku weha difikirin tevan e.” Aslan da zanîn ku ji civakê gelek jinên cûr bi cûr di nav Komuna Jinê de cih digirin û weha pê de çû: “Wextê me nû dest pê kir me bi xebatên taxên dest pê kir. Piştre em bi jinan re li taxan hatin cem hev û me atolyeya xwendinê da destpêkirin. Me di 8’ê Adarê de Komuna Jinê eşkere kir.”




Bi xebatên cûr bi cûr dimeşin


Aslan derheqê xebata xwe ya atolyeya xwendinê de jî agahî dan û diyar kir ku her roja diçe xwebatên wan berfireh dibin û ji van xebatên xwe gelek tiştan hîn dibin. Aslan derheqê xebatên xwe de jî got, “Li hin taxan xebatên me yên avakirina meclîsa Komuna Jinan didome. Me li Okmeydaniye panela bi navê ‘tenduristiya jin û malbatê, jin û zarok” li dar xistin. Armanca vê xebata me jî ew e ku em jinan ji aliye tenduristiye vê hişyar bikin. Bi nave “Em çawa nezî zarokan bibin’ panel jî me pêk anî. Li ser jinên ku di tekstîlê de jî dixebitin me hin xebat meşandin. Li ser Weqfa Ensarê jî me çalakiyeke “Em ê çawa zarokên xwe biparezin, em dikarin çi bikin” li dar xist. Xebatên me heta niha bi panelan didomin.” 




Zarokên me lil zanîngeha me


Aslan, da zanîn ku demsala havînê dê xebatên wan yê koro û erbanê bidomin û weha axivî: “Em difikirin ku kampanyaya Çilem Dogan pêk bînîn. Jinên ku dengê wan nayê bihîstin hene. Li ser wan jî em ê xebatan bimeşînîn. Tam ne diyar be jî em dixwazin li dijî Ensarê zaningaha havînî a dayîk û zarokan organîze bikin. Bi vê xebatê jî em dixwazin zarokên xwe li zanîngeha xwe bi teşe bikin.” Aslan li ser şerê li Kurdistanê û li ser polîtîkayên AKP’ê ên li dijî jinan jî nerînên xwe anî ziman û got, “Em dibêjin, li dijî van polîtîkayên AKP´ê yên tarî em serî natewînîn û em ê li kolanan bin. Ji ber ku em jin dê li kolanan azad bibin û komun dê me azad bike. Hêza me heye ku em sinorên meydanên xwe fireh bikin. Me ev yek li Geziyê dît, bi pratikên xwe yê berê jî û niha em ji jinên Kurd ê niha şer dikin jî dibînîn.”


SADIYE ESER
/DÎHA / STENBOL