Navenda Çand û Hunerê ya Hezexê ku beriya 2 salan di bin navê Şaredariya Hezexê de hate avakirin li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ya li hemberî çanda Kurdî xebatên xwe dimeşîne. Li navendê kursên erbane, koroya zarokan, folklor, gîtar, keman, wêne, tembûr û beşên cuda yên daxwaz hebin perwerde tê dayîn. Di nava 2 salan de li navendê 500 xwendekar hatin perwerdekirin û niha 200 xwendekar jî li beşên cuda perwerde dibin.
‘Hişmendiya mirovan pêş dikeve’
Mamosteyê şanoyê Agît Mutlu yê ku di deman demê de rêveberê navendê ye jî derbarê xebatên xwe de agahî da û diyar kir ku heta niha gelek xebatên girîng kirine. Mutlu diyar kir ku bi xebatên li navendê didin ve dixwazin çanda Kurdî pêş bixin û nexasim jî ji bo zarok hînî çanda xwe bibin, hewl didin.
‘Xwerêveberî fersendek e’
Mutlu anî ziman ku bi sedan salan e çand û zimanê gelê Kurd ji aliyê dewleta dagirker ve tê asîmîlekirin û wiha berdewam kir: “Bi saya xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin îlankirin emê ziman û çanda Kurdî veguherinîn cewherê xwe. Xwerêveberî ji bo ku çand û zimanê Kurdî veguhere cewherê xwe fersendek e û em ê vî fersendê bi awayeke herî baş bi kar bînin. Çanda me dê bi saya xwerêveberiyan veguhere cewherê xwe.”
‘Li taxan xebat didomin’
Mutlu destnîşan kir ku yek ji aliyeke herî girîng a xwerêveberiyan çand û huner e û wiha axivî: “Li Hezexê taxên ku xwerêveberî hatiye îlankirin rastî êrîşa dewletê tên. Li van taxan hin xebatên me hene. Xebatên şano û muzîkê ye. Ji bo zarokan jî xebatên me dibe.” Mutlu got ku bi xwerêveberiyan ve ji hundirê 4 diwaran derketine û bi gel re li taxan xebatê dimeşînin. Mutlu wiha pêde çû: “Berê em li navenda çandê li salonê bi gelek kêm kesan ve xebat dimeşand, em digihîştin kêm kesan. Lê bi îlankirina xwerêveberiyê ve me xebatên xwe bir nava gel û li nava gel xebat didin meşandin.”
Komunên çand û hunerê
Mutlu bi lêv kir ku ewil ji bo moral bidin gel çûne taxan lê niha jî komunên çand û hunerê înşa dikin û wiha pêde çû: “Li taxên ku komun hatin avakirin ji hefteya bêyî pê de em ê xebatên şano, folklor û muzîkê bidin destpêkirin. Bi van komunan ve em ê çand û hunera Kurdî bi gelê xwe re pêş bixin.” Mutlu anî ziman ku avahiyên mezin ji bo wan ne girîng e û nirxandina “Li baxçeyeke vala an jî qadek ji bo xebatên me yê perwerdehiyê bes e. Em ê bi saya komunên xwe ve bi gelê xwe re mil bi mil xebatê bidin meşandin” kir. Mutlu herî dawî got ku divê hemû kes li dora komunên çandê yên li taxan hatine avakirin kom bibin û xwedî li çand û hunera xwe derkevin.
DÎHA/ŞIRNEX