Li zozanên Serşîw ên bajarê Seqiz nêzî 50 kolber ji ber berf û bagerê winda bibûn. Ji wan kolberan yek jê ji sermayê qefilî û diduyên din jî xwe gihandin Başûrê Kurdistanê.
Li gor nûçeya Kolbernews şeva 1’ê Sibatê komeke kolber ku hejmara wan nêzîkî 23 kesî bû li Rojhilatê Kurdistanê li zozanên Serşîw ên bajarê Seqiz ji ber berf û bagerê winda bûne.
Zêdetirî kolberan ji aliyê xelkê herêmê ve hatine rizgar kirin.
Pêr bi şev yek ji wan kolberên di nava berfê de asê mayî Osman Fituhî (55) xelkê Mêşaw a ser bi bajarê Seqîq ya Rojhilatê Kurdistanê ji serma qefilî.
Herwiha li gorî nûçeya Kolbernewsê du kolberên din yên di nava heman koma kolberan de ku aqûbeta wan nediyar bû, xwe gihandine gundekî Başûrê Kurdistanê yê li ser sînor.
NAVENDA NÛÇEYAN