24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî di 3’ê Îlonê de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” û “Bi ruhê berxwedana xweseriyê ber bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ve” tê lidarxistin. Festîval di şexsê Mehmet Tûnç, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Ebû Leyla de diyarî hemû cangoriyên berxwedana Rojava û xwerêveberiyê tê kirin. Festîval ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), ABDEM, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, HDK-Ewropa, Dîe Lînke û IL ve tê organîzekirin. Festîvala îsal wê li meydana Deutzer Werftê were lidarxistin.

Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan bang li hemû xebatkar û rêveberên saziyên Kurd ên li Ewropayê kir, ku xebatên xwe yên ji bo festîvalê bilezînin.


‘Amadekarî qediyan’

Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan, li ser festîvalê ji ANF’ê re axivî û diyar kir, navnîşana festîvalê hatiye guhertin: “Li şûna stadyûma girtî, em ê li meydaneke vekirî pêk bînin. Guhertina hatiye kirin, bi tenê ev e. Bername, konsept weke xwe ye. Ti guhertin nehatiye kirin. Bi tevlîbûna mêvan û hunermendên nû, bername bêhtir dewlemend bûye. Em ê bi vê bernameya dewlemend festîvala xwe pêk bînin. Em ê di vê festîvalê de mesajê xurt bidin. Girîng e her kes bi ruhekî neteweyî wê rojê li wir bin. Lewma divê her kes bi xwe re kesekê/î bîne.”

Dogan bal kişand ser ewlekariya festîvalê û anî ziman, ku wê li ketin û derketina qada festîvalê kontrolên xurt bên kirin. Dogan got, “Em bi taybetî ji gelê xwe dixwazin çenteyên mezin û amûrên mirov pê tiştan jê dikin, bi xwe re neyîne.”


‘Divê herkes li Kolnê be’

Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir: “Her Kurdistanî divê roja 3’ê Îlonê li qada festîvalê bin. Pêwîste em bi reng û dengê xwe bajarê Kolnê bixemilînin. Em daxwaz û mesajên xwe ji cîhanê re ragihînin. Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Em nizanin bê dijî yan na. Demeke dirêj e em agahiyan jê nagirin. Ji ber vê yekê jî di festîvalê de wê biryara xwedîderketina li Ocalan bê dayîn. Em ê xwedî li destketiyên Kurdan derkevin û dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Sûriyeyê şermezar bikin.” 


 KOLN