Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Abdullah Ocalan di roja 131’ê de ji aliyê komek nû ve dewr hat girtin.
Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar, Fadîle Tok jî di roja 96’an de bi biryardarî dewam dike.
Doh merasîma dewirgirtina koma 44´an çêbû. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 44’an Îbrahîm Kara got; “Em tecrîda girankirî ya li dijî Rêbertiya xwe bi tundî şermezar dikin. Ev tecrîd li dijî mirovahiyê ye, em weke gelê Kurd pêwîst e vê tecrîdê li ser Rêberê xwe qebûl nekin. Pêwîst e gelê Kurd ji bo Rêberê xwe vê tecrîdê qebûl neke û çalakiyên xwe xûrtir bike.
Armanca me ew e ku em vê tecrîda bi hêzeke xurt ya yekîtiyê bişikînin. Em bang li tevahî dewletên NY û saziyên Mafên Mirovan dikin da ku xwedî li erka xwe derkevin.”
ROJNEWS / MEXMÛR