Nûnertiya HDP’ê li bajarê Hewlerê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û  piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest bi  greva birçîbûnê kirin.Doh koma 9’emîn çalekî dewir girt.

Endamê Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Kerîm Abid bi navê koma ku dewr girt axivî û got: “ Heya tecrîd li ser Rêber Apo ranebe û siyasetmendarên Kurd yên li Tirkiyê neyên berdan, wê çalakiya me bidome.”

Divê piştgirî zêde bibe

Kerîm Abid diyar kir ku heya niha gelek partî û rêxistin serdana çalakiya wan kirine û piştgiriya xwe ragihandine û wiha axivî, “Hêvîdarin ku piştgiriya ku ji bo çalakiya me ya li dijî tecrîdê berfirehtir bibe û hemû pêkhateyên din yên civakî piştgiriyê bidin.”

Her wiha Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê (Kedkar) û Nûnertiya Kongra Star li Herêma Kurdistanê bi armanca piştgiriyê serdana çalakgeran kirin.

Endamê meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz jî ev 18 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

 

ROJNEWS/HEWLÊR