
Amadekariya şer dikin
Mardîn anî ziman ku ew ê meşa xwe bidomînin û destnîşan kir ku têkildarî pêvajoyê fikarên wan ên cidî jî hene. Mardîn di axaftina xwe de anî ziman ku bi çêkirina qereqol û bendavên nû, bi jinûvedagirkirina çiyayan aştî pêk neyê. Mardîn bal kişand ku di çêkirina qereqolên nû de jî hikûmet gel dixapîne û got ew ji ber vê yekê di wê baweriyê de ye ku ev amadekariyên şer in.
Mardîn destnîşan kir ku projeyên qereqolên ku tên çêkirin ji sedî 90 wan projeyên nû ne û wiha axivî: "Afirandina atmosfera ku baweriyeke du alî çêdike ma ne karê dewletê ye jî? Niyeta dewletê ya ji bo pêşxistina reformên demokratîk tune ye. Bi taktîkên mijûlkirinê yên hilbijartinê dixwaze dîsa bixapîne. Heke ku siyaseta demokratîk tune be dê aştî jî tune be. Fîkarên me di esasê xwe de têkildarî xitimîna pêvajoyê ne. Em ji bo afirandina polîtîkayên çareserkirina vê xitimînê dîsa Rêber û gelê xwe dibînin. Ji ber vê yekê em bi hemû berpirsiyariyên xwe ve şopdarê Rêberê xwe ne. Em çawa ku meşa xwe didomînin, di heman demê de em ji bo her tiştî jî amade ne."
'Em Serokatiya xwe dişopînin'
Mardîn anî ziman ku sedî 90'î projeyên qereqolan nû ne û wiha got: "Gelo peywira dewletê jî nîne baweriyê bide? Niyeta dewletê nînê reformên demokratîk pêk bîne. Dixwazin bi taktîkên hilbijartinê ve mijûl bikin. Ger siyaseta demokratîk nebe, aştî jî pêk nayê. Derketiye holê ku pêvajo dixitime. Serokatiya me û gel dikarin vê pêşî li xitimînê bigirin. Em bi baldarî Serokatî dişopînin. Em meşa xwe didomînin û em ji bo hemû peywir û berpirsyariyan amade ne."
Ji bo aştiya gelan
Endamê HPG'ê Adila Botan diyar kir ku ji bo wan banga Ocalan ji her tiştî girîngtir e û destnîşan kir ku nêzîkatiyên AKP'ê baweriyê nade mirov û wiha got: "Lê ji bo aştiya di navbera gelan û hêviyê û ji bo pêvajo baş derbas bibe çi ji destê me tê em pêk tînin."
Botan destnîşan kir ku di bin van şert û mercan de pêvajo pêşnakeve û wiha got: "Qet nebe me beşeke meşê qedand. Em li qadeke mîna Behrareş ku cihekî zehmet e tên. Me li ser banga Serokatî destpêkir û em didomînin. Ger ji me re bê gotin rawestin, em ê rawestin. Em heta dawiyê tevli pêvajoya ku Serokatiya me daye destpêkirin dibin."
´Me wezîfeya xwe bi cîh anî´
Endamê HPG'ê Çekdar Welat jî diyar kir ku wan di nava şertên gelek kêm de pêvajo şopandiye û wiha axivî: "Muxatabiya Rêberê me, ji xwe ji bo me armanc bû. Hebûna me ya Deryaya Reş jî ji ber vê bû. Piştî banga Rêberê me diviyabû em jî bigihijîn Dêrsimê. Ji bo ku ev pêvajo nexetime, çi ketiye ser milê me me kiriye. Me pêvajo di nava mercên gelek kêm de şopand. Ji bo ku meşa me bi encam bibe, em heta dawî bibiryar in."
Welat diyarkir ku rewşa ku pêre rûbirû mane ew kirine nava fikaran û wiha bilêvkir; "Di dema pêvajoyêde hinek daxuyaniyê Hûkûmetê çêbûn ew daxunayiyên ku hat dayîn rê li ber fikaran vekir. Astengkirina hevdîtina Rêberê me jî dibe sedema fikaran. Her wiha li Dêrsimê 22 baragehên leşkerî yên nû hatine çêkirin. Ev amedakariyên şer in. Em wan qet samîmî nabînin. Dîsa jî em ji hemû tiştî re amade ne. Biryara Rêberê me ji bo me, esas e."
DÎHA/DÊRSIM
Li ber girtîgehê çalakî
Diyar TUHAD-DER a Amedê der barê rewşa tenduristiyê ya Ocalan û girtiyên nexweş de li ber girtîgeha Tipa E ya Amedê çalakî lidarxist.
Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (Diyar TUHAD-DER) ji bo balê bikşîne ser rewşa Tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş daxuyaniyek da çapemeniyê. Tevî endam û nunerên TUHAD-DER´ê gelek endam û nunerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Li ser navê komê Serokê Diyar TUHAD-DER´ê Sirri Dogan daxuyanî da û bal kişand ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocayah û xwest heyetek serbixwe ya bijîjkan tavile biçe İmraliyê.
Dogan bibîrxist ku bersiva serdana Komîsyona Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk û Odeya Tabîbên Tirk nehatiye dayin û xwest Wezareta Dad’ê beyî ku dereng bikeve bersiv bide.
Dogan, her weha nerazîbûn nîşanî raporên Saziya Tipa Edlî ya der barê girtiyên nexweş de dide da û xwest ji bo mirinê nû pêk neyên girtiyên nexweş serbest bên berdan. Çalakî bi sloganan bidawî bû.
DÎHA/AMED