EHMED REŞÎD / ANHA / HELEB

Koma Efrîn a Govendê bi roleke girîng di parastina rêûresmên Efrînê de radibe. Kom tev li gelek mihrîcanên herêmî û navdewletî bûye û bûye sembola govenda Efrînê li Rojhilata Navîn û cihanê.

Koma Efrîn a Folklorê di salên notî de hate avakirin. Îsmet Izet di sala 1953`yan de li gundê Mûskê yê girêdayî navçeya Raco ya kantona Efrînê ji dayik bûye. Di 15 saliya xwe de di reqsê de dibe hoste. Wê demê di dawetên gund de amade dibe û bi sergovendî navdar dibe û jê hez jî dike.

Îsmet Izet bi kesên navsere yên gundê xwe mîna Heyderê Oso, Hesne Osî Baku, Reşî Tîtê û Behrî Osman fêrî rêbazên bingehîn ên reqsê dibe, mîna derketina li nava govendê, rêzgirtina ji govendên din re, çawa destmala reqsê bi kar bîne û çawa li hember daholvanan dilnizm be. Ev destnîşan dike ku her pîşeyek rê û resmên wê yên civakî hene.

Izet xebatên xwe yên hunerî di sala 1967-1967`an de piştî ku di govendên ferdî û komî de dibe hoste, dewam dike û koçberî Helebê dibe. Di mihrîcaneke Sûrî de ku li bajarê Helebê li dar dikeve, komek gelêrî bi navê Koma Qermitliq bala Izet dikşîne. Koma Qermitliq yekemîn koma folklora gelêrî ya Efrînê ye.

Izet dibêje, “Min û kesekî bi navê Xelîl Xelîl û 7 kesên din me Koma Efrîn a Folklora Gelêrî ava kir. Bi derfetên besît û bi cilên xwe me xwe perwerde kir. Piştre me li dawetan dîlanên gelêrî pêşkêş kirin heta ku me cilên gelêrî  peyde kirin.”

Izet wiha dewam dike: “Dema me kom ava kir, komeke din bi navê Koma Efrîn li bajêr hebû. Wê demê em bi endamên wê komê re rûniştin û me her du kom kirin yek di bi navê Koma Efrîn ya folklora Gelêrî.”

Beşdariya li mihrîcanan

Komê pirraniya govendên xwe ji Koma Qermitilq birin. Ji ber ku zimanê Kurdî, ji ber siyasetên pergalên serdest hatiye qedexekirin, pirraniya navên govendan bi Tirkî bûn. Wek gava yekemîn endamên komê bi navenda çandî ya Sûrî ya bajarê Helebê re koordîne dikin. Ji wir çalakiyên xwe li navenda mala pirtûkên neteweyî dewam dikin û tev li mihrîcan û şahiyên neteweyî dibin.

Piştî ku Ismet Izet leşkeriya neçarî ya Sûriyê piştî 3 salan bi dawî dike, vedigere komê û tev li mihrîcana yekemîn dibe; Mîhrîcana Besra El-Şam a Navdewletî. Mîhrîcan li hola Col Cemal li parêzgeha El-Laziqiye li dar dikeve. Endamên komê dîlanên xwe pêşkêş dikin û pileya baş digirin. Li wir Koma Çiyayê El-Ekrad nas dikin. Kokên endamên komê vedigerin Kurdên dema Selaheddîn Eyûbî.

Kom beşdarî gelek mihrîcanan dibe yên weke Mihrîcana Sûq El-Intac a Helebê sala 1973`yan û avahiya mala mamosteyan a parêzgeha Himsê sala 1977`an. Piştî wê tev li mihrîcanan li Lubnan û Urdinê jî dibe.

Di salên 80´yî de dibe yekemîn

Sala 1979`an ji ber koçberiya Ewrûpa ya Xelîl Xelîl kom ji hev dikeve. Sala 1980`yî bi koordîneya hunermend Elî Tico kom vedije. Lê vê carê endamên jin jî tev li komê dibin. Piştre careke din Koma Efrîn a Folklora Gelêrî tev li boneyên neteweyî û navdewletî dibe.

Di mîhrîcana Besra El-Şam a Navdewletî de Koma Efrîn a Folklora Gelêrî wek baştirîn komê tê xelatkirin. Li gorî Îsmet Izet, gelek kêfa beşdarên mihrîcanê ji govendên komê û cilên wan ên gelêrî re tê. Heta beşdarên mihrîcanê ji dewletên cihanê pirsa koka komê dikin.

Girêdayî cilên komê Izet destnîşan kir ku cil ji şarê, kumspîk, sidriyê surme, şûtik, şelwar, şal û ebe û tasum û filer pêk tê. Izet destnîşan kir ku ev cilên bav û kalan e lê ji ber zextên pergalên serdest pirraniya wan winda bûne. Ew ji çanda bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê ye.

Di dawiyê de Îsmet Izet bang li nifşên nû yên Kurdên Efrînê dike da ku çand û rûresmên gelêrî biparêzin: “Çand nasnameya me ye, divê em wê biparêzin.”

Îsmet Izet niha xebatên xwe yên hunerî li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner a bajarê Helebê dewam dike û gelek nifş ji çînên zarokan û mezinan fêrî dîlanên Efrînê yên gelêrî kirine.