Koma Jîwar li paytexta Îranî Tehranê konserek da û mêvan bi stranên Kurdî mest kirin. Li gor nûçeya BasNewsê di beşa yekem a konserê de, Koma Jîwar çend parçe muzîkên resen ên Farisî pêşkêş kirin, piştre serperştyara wê komê Jîwar got: “Niha malbata hunermendê Kurd Yûsif Zemanî di nav salonê de amade ne û em parçe awaza (Bajarê Xemgîn) pêşkêşî canê Hesen Yûsif Zemanî dikin.”
Muzîka Farisî û Kurdî
Jîwar wiha axifî: “Tu sînor ji regez re nîne di muzîkê de, lewma em dibînin ku jin dikarin mil bi milê mêran muzîka resen berhem bînin.” Di beşa duyem a konserê de, endamên Koma Jîwar cil û bergên Kurdî li xwe kirin û muzîka resen a Kurdî pêşkêş kirin. Di vê konserê de, hevjîna Wezîrê Kulturî û hevjîna Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf amade bûn. Herwiha Jîwar destxweşî li wan her du jinan kir ku beşdarî konsera Kurdî û Farisî ya li Tehranî bûne.
Jinên wezîran amade bûn
Piştre, Koma Jîwr çend steranên Kurdî pêşkêş kirin û kesên amade mest kirin, lewma hêzên ewlekariyê hişyarî dan jinên nava salonê ku bêdengiyê biparêzin û çênabe kes dîlanê di nav holê de bigire. Di konserê de, xanimên Jîwar alavên muzîkê mîna, Dahol, Keman, Qanûn, Bilûr û Tembûrê bikar anîn. Di dawiyê de, Jîwar Şêxulîslamî got: “Muzîka Kurdistanê muzîka şahî û xweşiyê ye û bi dehan meqamên cuda û resen li navçeyên cuda ên Kurdistanê hene, pêwîste hemû corên muzîka Kurdî bên guhdarî kirin.’‘
Diyarî dayikan kirin
Piştre komê parçe muzîkek pêşkêşî dayikên Kurd li Helebce û Rojavayê Kurdistanê kirin.” Di vê derbarê de Jîwar wiha axifî: “Me ev parçe muzîk pêşkêşî wan dayikan kir ji ber ku wan gelek êş û azar dîtine bi hêviya ew sitemkarî li ser wan bê hilanîn û bi bihîstina vê muzîkê hest bi seqa û hewaya Kurdistanê bikin.” Koma Jîwar, komeke navdar e li Îranê û çendîn konser li derveyî Îranê jî dane.
TEHRAN