Çalakiya ku kete roja 515’an, roja Yekşemê koma ku ji bajarê Fransa Lyonê hatin ku ji wana sê Rojavayî ne bigiştî çar kesan dewir girt. Endamên komê li rexmî hewaya sar û barana zêde, li ber avahiya KE û Parlementoya Ewropayê (PE) ku civîna mehane lê tê kirin çalakiya xwe didomînin. Çalakvanan broşûrên bi zimanê Almanî, Fransî û Îngilîzî ên bi sernivîsa ‘Ocalan kiye? û her wiha pirtûkên biçûk ên binavê ‘Konfederalîzma Demokratîk’ û ‘Li Kurdistanê Aştî û Şer’ bilavkirin. Çalakvanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmze berhev kirin. Herwiha bi kesên li derdorê jî derbaz dibûn li ser pirsgirêka Kurd û derbarê armanca çalakiya xwe de agahî didan. Ji çalakvanên Rojavayî Kenan Agirî û Egîd gotin, ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî çalakiyê bûne û ew armanc dikin ku daxwazên xwe bigehînin hilbijartiyên Ewropayî. Çalakvanan li ser gotinên Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ên di derbarê PYD û şoreşa Rojava jî gotin, “Em Barzanî şermezar dikin û gotinên weke ‘şoreş tuneye’ jî qebûl nakîn.
STRASBOURG