Cîhan jî, di rewşeke waweylê de vî şerê gunehkariyê temaşe dike!... Hêzên bazirgan ne bes bûn, hêzên çete û paramilîter jî dixwazin, di paşerojên gelan de bibin xwedî gotin.
Hêzên bazirgan, heta bi radeyekê, aştî dikuştin, demokrasî berteref dikirin û mafên gerdûnî û rewa bin pê dikirin. Lê hêzên çete û paramilîter her tiştî, her tiştê bi navê nirx û pîroziyên insanî, civakî be red dikin. Aştî, demokrasî, maf û nirx, li gorî şûrê çeteyan tê destnîşan kirin. Dar û daqoqê çeteyan, rengê jiyanê, rengê rabûn û rûniştina mirovan jî kifş dike.
Dîmenê îro yê li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, vê rastiyê diqîre. Dibe ku rojekê ji van Îsa debikevê ser minareya Şamê û bêje, deccal hat!... Lê çete û hêzên rejîmê mînare teva ruxandine, gelo Îsa ji ezman dabikevê, wê li ser çi raweste?
Sûriye, bi destek û alîkariya hêzên bazirgan, bi destek û alîkariya komarên dewşirme û bi destek û alîkariya monarşiyên xesandî hate wêran kirin. Êdî ne tenê welatê Sûriyeyê wêran dibe, gelên li Sûriyeyê têne tunekirin.
Îro, komara dewşirme Tirkiye, dewleta AKP'ê, dixwaze ku Rojava jî weke parçê din yê Sûriyeyê wêran bike. Weke, di şerê 30 salî de, li Bakur şerê taybet kire pratîkê, îro jî, heman şerê taybet li Rojava didê meşandin. Bêguman baskê herî dijwar yê siyaseta taybet, şer e. Komara dewşirmeyên Tirkiyê, siyaseta taybet, bi destê hêzên çete û paramilîter li Rojava dike pratîkê.
Di aliyê dîplomasî, civakî û aborî de, Herêma Federal a Kurdistanê jî bikar tîne. Mînaka vê siyaseta taybet girtina dergehê Sêmalka ye. Hate gotin ku, di civîna ji bo pêkhatina Konferansa Neteweyî de, li Selahaddîn, rêvebirên Başûrî soz dan ku dergeh vekin. Hemberî ku firaza wan tejî quncir û dasî ne, dîsa jî em hêvî dikin!...
Desthilatdariya AKP'ê, berdewama dewşirmeyên Îttîhadî ye û bi Cemaeta Gulen a dewşirme re kaolisyon çêkiriye. Renge her du basikan kesk e, lê zihniyeta wan û ya dewşirmeyên CHP, MHP cuda nîne. Tenê rêbazên wan cûda ne.
Dewşirme, dûrkirina ji binyatê ye. Dema ku mirov ji binyata xwe dûr ket, qenciyê jibîr dike, tixubên neqenciyê jî winda dike. Ji destpêkê û heta îro, gelê Kurd qencî bi Tirkan kiriye, Tirkan jî neqencî bi Kurdan kiriye. Îro jî, ji bilî Başûrê Kurdistanê, yek dostê Komara Tirkiyê nîne. Haaa, ji bilî hêzên çete û paramilîter yên El Qaîde...
Têkiliya dewleta AKP'ê û El Qaîde, di têkçûna Saddam de dest pê kir. Dema hêzên bazirgan yên Emerîka çûne Iraqê, ev têkilî bi pêşengiya serokwezîr Bulent Ecewît dest pê kir. Serfermandariya Artêşa Tirk, subayên xwe şandin Iraq û Başûrê Kurdistanê. Mijara çuwalê serê subayên Tirk, di bîra her kesî de ye. Tayyip Erdogan jî, ji bo çeteyên ji Tirkiyê çûne Iraqê û di pêkanîna terorane de mirin, got “ew şehîd in”.
Di mijara hêzên çete û paramilîter de, zadeganên li dora Erdogan mikur tên û dibêjin, “em li hemberî pêşketinên ku me tehdîd dikin bêdeng namînin” . Di mijara ala YPG'ê, YPD, yan jî Desteya Bılind a Kurd de, bûne xwê û ketin agir. Lê ala hêzên çete û paramilîter ew bi xwe dibalivînin.
Lê xisleta dewşirmetiyê ew e ku dostan jî dijmin dibîne. Dewşirme-kirin, hunereke û mirovên di vî hunerî de dipijin, dibine gurê du lingî û di postikên mirovan de xwe vedişêrin. Zerdesht jî, Manî jî, gurên du lingî ji gurên çar lingî metirsînîtir dibîne.
Xisleta herî balkêş ya Komara Dewşirmeyên Tirkiyê ew e ku, ji destpêkê û heta îro jî çavkaniya kontra û çeteyan e. Artêşa ku, doh zarokên dewşirme/yenîçerî bûn, îro wek artêşeke modern xuya dike jî, çavkaniya van çete û kontra ye. Di şerê 30 salî de, ji bo kuştina Kurdan, şewitandina gundan, teşqeleyên revandin, destdirêjiya rûreşî û bêxîretiya li hemberî civakê, bi dehan rêxistinên çete ava kirin. Di pêvajoya çareseriya demokratîk de jî, kontrayên artêşa dewşirme li cografya Bakurê Kurdistanê cirîdê diavêjin.
Ji bo ku çete û kontra bişînin Rojava û li dijî Şoreşa Rojava bidin şer kirin, çar riyan bikartînin. Yek: Subayên artêşa dewşirme a Tirk û MÎTê... Du: Cemaeta dewşirme ku ciwanên Kurd û ne Kurd dike kemînan û dişîne nava refên çeteyên El Qaîde... Sê: Amadekirin, perwerdekirin, bi çekkirin û birêkirina çeteyên ji dewletên cûda tên, bişînin Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê... Çar: Riya dîplomatîk û têkiliyên pirr-alî bi Başûrê Kurdistanê, Erebîstana Siudî û Qatarê re...
Ev tê wateya ku Komara Dewşirme Tirkiyê, li dijî gelê Kurd, baskên şerê taybet teva bi kar tîne. Em dikarin bêjin ku, Tirkiyê fîîlen di şerê Rojavayê Kurdistanê de ye.
Êdî, korr û kerrendeyê cîhanê teva, lal û ebkemên herêmê teva, ji têkiliya Tirkiyê ya bi çeteyên El Qaîde, ku dibin navên cûda de, (weke Cephet el-Nusra) terorê li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê dimeşînin agahdar in.
Lê xemsarî, bêdengî û lal û ebkemiya cîhanê berdewam dike. Di vê rewşê de, Kurd xwe bi çek nekin, çi bikin gelo?
Di pêvajoya guhertina dîrokî de, di sedsala ku “komarên îktîsadî” têk diçin de, di rastiya ku faşîzm, diktatorî, têk diçin de, Tirkiye hîna ji siyaseta “yafta” ya gunehkariyê dûr neketiye. Ji bilî kiryarên sehtekariyê, ji axaftinên demagojîk, ji karanîna derewan, ji helwesta telaqreşî, ji gunehkariya rûreşiyên destdirêjiyan, ji mandele kirina komkujiyan xelas nebûye.
Gelo ev rewşa Tirkiyê û AKPê, li hemberî Kurdan teva ne xiyanet e?
Gelo ev ne bi xwîn kirina aştiyê ye?
Komara dewşirmeyan şerê li dij Kurdan didomîne
Her ku diçe şerê li Rojava dijwar dibe û gunehkariyên li dijî gelan zêde dibin.