Polîs û eskerên Tirk doh bi ser gundê Şapatan ê Şemzînanê de girt û êşkence li gundiyan kir; bi ser halan de 20 welatî jî kirin bin çavan. Li navçeya Amedê Hezroyê jî eskerên dagirker ji heman malbatê êşkence li 7 kesan kir. Zilma zaliman, tenê ji wan re bû derd, welatiyan giliyê êşkencekaran kir.

Li gundê Şapatan ê Şemzînan a ser bi Colemêrgê, pêr polîs û eskeran operasyon dabû destpêkirin û tîmekî taybet ê artêşa Tirk di operasyonê de hatibû kuştin. Piştî vê yekê polîs û eskeran bi ser gund de girt. 36 gundiyên ku rastî êşkenceyê hatin ji aliyê esker û polîsan ve hatibûn binçavkirin, û hêzên Tirk dor li gund girtibûn. Ketin û derketina gund hat qedexekirin.

Ji 36 welatiyên hatin binçavkirin, 20 ji wan piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan, hatin berdan. Yên mayî ku 16 kes in, hêj di binçavan de ne. Li ser bedenên 20 welatiyên hatin berdan şopên êşkenceyê bi awayekî zelal diyar in. Beriya bi çendekê li ser minareya mizgefta gund kameraya MOBESE hatibû bicihkirin û bi vê yekê dewleta Tirk gundî kêlî bi kêlî kirine bin çavdêriya xwe. Li aliyê din, wezîfederên  dewleta Tirk li gund her tim gefa kuştinê li welatiyan dixwin. 


Ne mirov in, gurên har in

Gudiyên ku xwestin êşkenceya li ser bedena xwe bidin rapor kirin, bi bersiva doktor a wekî “Tiştên qewimîn, şaşiya we nîşan didin” rûbirû bûn. Li ser giliyê doktor kirî, gundiyek careke din hat binçavkirin.  

Gundiyan da zanîn ku polîs û eskeran bi ser gelek malan de girt û qederê 100 welatiyî li meydana gund kom kir. Polîs û eskerên dewleta Tirk a dagirker li meydana gund êşkence li gundiyan kir, û çawa li dijminekî tê, tevî jin û zarokan ev êşkenceya xwe dewam kirine û bi ser de jî, bêyî ku sedemek hebe, derî û pencereyên welatiyan şikandine. Yekî ji welatiyan got, “Bêyî ku tu hincetê nîşan bidin derî û pencereyên hemû malan şikandin û mirov li erdê dirêj kirin. Xwe hildiavêtin ser kesên li erdê dirêj kirî. Bi kulm, sîle, pihîn, qundaxên çekan û gelek tiştan li me didan. Piştî lêdanê 36 welatî bêhincet binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Heta em birin midûriyetê jî li me xistin.” 

Doktor komsera êşkencevanan

Gundiyan da zanîn ku piştî êşkenceya li Midûriyeta Polîsan, 20 welatî hatin berdan. Van welatiyan xwest ji bo standina rapora derbkirinê çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Vê carê welatî li nexweşxaneyê rastî heqaret û gotinên nijadperest ên doktorê hatin. Vê doktorê bi ser de jî rapora derbxwarinê neda gundiyan. 

Doktor Elîf Ç. li şûna ku rapora derbxwarinê bide, bangî polîsan kir û polîsan careke din li ser gilîkirina doktorê, welatiyek binçav kir. Gundiyan got, “Dr. Ç. ji me re got: Ev tiştên qewimîn şaşiya we dide nîşan. Ji ber ku hûn alîkariyê nadin dewletê.” 
Gundiyan bi rêyên hiqûqî giliyê êşkencekeran kir û got, ew ê dev ji êşkencekeran bernedin. 



Êşkence li Kurdê 95 salî 

Li navçeya Amedê Hezroyê jî eskerên dewleta Tirk di navê de ji heman malbatê 7 welatî jî 11 kes binçav kirin û heta serê sibê, di maşîna zirxî de êşkence li wan kir. Ji 11 welatiyên hatin binçavkirin yek jê 95 salî ye. 
Li daristana gundê Kanîpişkûlê a ser bi navçeya Hezroya Amedê cerdevan bûbûn armanca çalakiyeke çekdarî. Piştî çalakiyê, li herêmê operasyona hatibû destpêkirin. Li herêmê operasyon berfireh dibe, û ketin û derketina gund hat girtin. Helîkoptêran derdora gund bomberan kirin û agir bi daristanê ket. Şewat her ku diçe berfireh dibe. 
Pêr êvarê jî eseran ji heman malbatê 7 kes xistin hundirê maşîna zirxî û êşkence li wan kir. Hat zanîn ku Evîn Kirboga ya 19 salî, Fetah Kirboga yê 34 salî, Muhsin Kirboga yê 28 salî, Nîmet Kirboga ya 54 salî, Abdullah Kirboga  yê 22 salî, Bariş Kirboga yê 17 salî û Veysî Kirboga ya 20 salî yên ji heman malbatê hatine êşkencekirin. 
Eskeran doh berê sibehê bi ser malan de girt û Fesîh Kirboga yê 95 salî, Fehmî Kirboga yê 32 salî, Mahsun Kirboga  yê 19 salî, Ozgur Kirboga yê 16 salî, Şamet Kirboga yê 55 salî û Faruk Kirboga yê 58 salî jî binçav kirin. 
Eskeran 7 kesên pêr di maşînên zirxî de êşkence li wan kir,  birin Qereqola Cendermeyan a Navçeya Hezroyê.


 AMED/COLEMÊRG