Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, kete 141 hefteyê û di rengê şerekî giştî, qirkirina siyasî, kulturî û fizîkî de berdewam dike.


***

Komara Tirkiyê li ser bingeha siyaseta “munkîrî” hatiye avakirin. Gotinek erebî ye û di wateya, derew, mandele û înkarê de tê bikaranîn. Red-kirina rastiyê  ye û tê wateya redda “vahdaniyet”ê. Înkara Xweda ye. Cenabê Muhemmed gotiye, “derew, mendele û înkar birayê hev in, minafiqî û gunehkariya herî mezin e.”
Îro jî, ev munafiqî dibin pêşengiya AKPê û serokê AKPê Erdogan de tê kirin. Parastina yek-yekan siyaseta inkar, tunekirin, munkîrî ye. Mirov rûdêna Xweda ye, mirovahî jî wahdeniyeta Xweda ye.  Li gorî vê rastiyê, Tirkiyê komarek gunehkariyê ye. Erdogan û AKPê jî, îro, pêşengê vê minafiqî û gunehkariyê ne.  
Siyaseta Tirkiyê pêr jî, doh jî îro jî  li ser bingeha derew, mendele û înkarê hatiye meşendin. Navê vê jî kirine siyaset. Yan jî kirine şerê psîkolojîk. Derew û înkar direct êrîşa li dijî nirxên civakî ne û kuştina pîroziyên mirov û mirovahiyê ne.
Derewên siyasî, mandele û inkarên siyasî, di çarçoveya veşartina hestên mirov de  nayên hejmartin. Ji ber ku derew, înkar û mendele  kirinên siyasî, raya giştî alaqadar dikin. Dinava siyasetmedatên Tirk yên pêr, doh û îro de yê herî mezin Erdogan û kesên li dora wî ne: Fetullah Gulen û kesên li dora wî ne. teva jî , gunehkar û  minafiqên mezin in.
Erdogan û kesên li dora wî, Fetullah Gulen û kesên li dora wî, mandele û înakara renge kesk dikin.
Bêguman derew li gorî kesayetiya mirovan jî tê guhertin. Serokwezîr bi rengê xwe, Bulent Arinç bi rengê xwe, Fetullah Gulen bi rengê xwe, Mehmet Şîmşek  bi rengê xwe derewan dikin, mandele û înkarê dikin.   Wek mînak Bulent Arinç derew, mandele û înkarê bi rûdêna wek kevirekî reş li ser ting rûdinîne. Mehmet Şîmşek derew, mandele û înkara xwe li ser hejmarên statîstîkî rûdinîne. Mehmet Şmşek wek robotekî, dengekî hesinî yên dewşirme derdixe. Dema diaxive jî, li çavên mirovan na nêre, wek gidiyan li ber xwe dinêre. 
Fetullah Gulen, derew, mandele û înkara xwe li ser gotinên Kurdî, farisî û erebî rûdinîne. Dixwaze “vahdaniyet”ê di şexsê xwe de bide xuya kirin. Lê rûdêna wî ya nepixî, binçavên wî yên serxweşan, lepta wî ya li ser kursî û zimanê bedena wî ,ku di cihê xwe de ranaweste, munkîriya wî dide dest û eşkere dike.
Tayyip Erdogan dinava teva de mirovê herî hosta ye. Diyalektîka derewan baş dizane û zimanê bedena xwe jî baş bikar tine. Bi vê mebestê  derewan wek hunerekî digire dest û gotina “jiyan teatroya herî mezin e” rast derdixe. Şova li Davosê, gotina yek-yekan, “birayê min ê Kurd”, “pirsgirêka Kurd li holê nine” û “eger di nerame pirsgirêka Kurd jî nine” ev hunerê wî îspat kiriye. Dîrekt û endîrekt muxaleya li îrade û mêjiyê mirovan e.  Di siyasetê de, rola derewkirin û munkîriyê herî baş jî, ew dilîze. Ya herî balkêş ew eku, her du basik, di mijara olê de jî derewan dikin.
Belkî psîkolog, vê rewşa Erdogan bi temam kirina kêmasiyan, yan jî bi kompleksa psîkolojîk ve girêbidin. Lê na!... Fantazî û xeyalên Erdogan di mijara “ecdadên” dayik fileh û burokratên “bav filleh” de  derketine holê. Ew, li pêşengîtiya eniya îslamî ya Osmanî digere. Lê bingeha Osmaniyan “sêva sor” e; ya Îtîtîhadiyan jî dagirkerî ye û li ser bingeha qirkirina gelan hatiye rûnandin. Ev îdeolojiya Hîtler e. Ji xwe îdeologên Elmanî ev hişmendî radestî Enver Paşa, Talat Paşa û hwd. kirin.   Erdogan tuxmê kesk, yê Îttîhadiyan  e.  Lewma di çarçoveya gunehkarî û munafiqiyê de tê nirxandin.
Yunus Emre dibêje; “gelek gotin bê derew, gelek mal jî bê haramî çênabe”. Îcar, siyasetmedarê Tirk yê ku herî zêde diaxive Erodgan e. Dîsa, Erdogan bi meqabê dest bi siyasetê kir, îro kêştî û koşkên wî hene.  Ev jî deryayek din ya haramiyê ye.
Derew, mandele û munkîrî birîna gûzeka Erdogan û Fetullah Gulen e.  Pêwiste Kurd vê birînê baş nas bikin û derewîntî, munkîriya Erdogan û AKPê, derewîntî û munkîriya Fetullah Gulen baş bikarbînin. Mîna Aşîl, Erdogan û Gulen ji vê eniya herî lewaz werin birîndar kirin. Bêguman ev bar dikevê ser milê nivîskar û rewşenbîrên Kurd.  Di hevdîtinên bûtçeya salane ya Tirkiyê de, pralamenterê BDPê Sirri Sureya Onder ev noqteya lewaz baş bikar anî.   
Noqteyeke din ya Erdogan û AKP, ya Fetulllah Gulen û Cemaeta wî heye. Hespê Truwa!.. Yanî Kurdên di nava her du basikan de cih digirin in. Hespê Truwa dagirkirina bajarê Truva ye. Kesên di nava AKPê û Cemaeta Gulen de jî,  li Kurdistanê Hespên Truwa ne. Divê em di vî alî de jî, li AKPe û Cemaeta Gulen bidin.