
KOMAW’ê bang li gelê Kurd kir ku tevlî kampanyaya alîkariyê ya ji bo Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bibe.
Saziya Malbatên Şehîdan û Windayan (KOMAW) derbarê erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de bi bîr xist ku ziyaneke mezin a can û mal gihiştiye xelkê û got, "Gelê Kurd bi hîsên welatparêziyê divê vê êşê parve bike û li hev xwedî derkeve. Ji bo ku birînên vebûyî werin pêçan û barê vê hilweşandinê were rakirin, gelê me divê pir bihîstyar be."
‘Bi giyanê seferberiyê’
Di daxuyaniyê de hate gotin, gel divê seferber bibe: "Ji bo mirovên me yên ku di erdhejê de ziyana mezîn li wan bûye, em li tevahiya Ewrûpayê kampanyaya alîkariyê didin destpêkirin. Di serî de malbatên şehîdan û nebediyan, gelê me yê welatparêz ê li Ewrûpayê, divê em êşa gelê xwe yê li Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê nexasim li Kirmanşanê ya ji ber erdejê hîs bikin, ji hêla madî û manewî ve em li gelê xwe xwedî derkevin û xebatên alîkariyê bi rengekî çalak bikin.
Ji bo vê, em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhekî seferberbûyî li hev xwedî derkevin û xwe tevlî nav vê kampanyayê bikin." n KOLN